Yekrêziya gelê kurd daxwazeke dîrokî ye


10/1/2019 18:41:00
Çapkirin
     Nivîskarê kurd; Şukrî Dedo

Şukrî Dedo: "Sedema yekemîn di hemû şikandinîn Kurda de, nakokiyên navxweyî ye "

Siyastvan û nivîskarê kurd Şukrî Dedo ku di heman barê de nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re aniya ser nivîs wiha dibêje; Yekrêziya tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê bo gelê me daxwazeke dîrokî ye, ji ber ku, sedema yekemîn di hemû şikandinîn Kurda de, nakokiya navxweyî û parçebûna rêzên wa ne.
Herdem, giftugo, dan û standin di navebera aliyên siyasî de, girîng û stubare; Di va dema hestedar de, destpêşxeriya KNKê ciyê rêzgirtinê ye, divê hemû aliyên siyasî bersivên erênî bidin, û ji bo lihevkirineke serkeftî û lidarxistina kongereyekî netewî Kurdî gelemper li Sûriyê alîkar bin, da ku ew kongir nûnertiyeke hevbeş li saz bike. Helbet, dujminên Kurdan û kesayetiyên keysebaz dê hewil bidin ku vê gave beravêtî bikin û nehêlibin ev kar bi serkeve.

Biryara rêvebiriya xweser bi rêdanê ji vekerina ofîsyên partiyan, gaveke erênî ye, dihêle diyaloga siyasî baş bibe û rê li pêş nêzîkbûna ji hev dûz dike. Lê, mixabin hîn Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê "ENKS" jê re ne amede ye, ji ber mana wê di Îtîlafa Sûrî de û hin nûnerên wê li Îstenbûlê ne. Li alyê din, hêvî ewe ku, partiya "PYD" bêtir guh bide lihevkirin û karê hevbeş, û nakokiyan li hember "ENKS" ko bike.
Çendî yekrêziya Kurdên Sûriyê li saz be, û biryara wan serbixwe be, ewqas wê doza me pêşve biçe.

Rizgarkirna herêma Efrînê ji dagîrkeriya Turkiyê stubariya her Kurdekî welatparêz e, û yekrêziya me jê re bingeh û derman e.
Divê serdeftera xebata rojane ya tevgera Kurdî li sûriyê, rûreşkirina siyasetên hovane yên hikumeta Anqerê li dijî gelê Kurd, û riswakirina kiryarên qirêj, tund û tûjiya li dijî xelkê Efrînê tê bikaranîn be.

Herwiha, alîkariya xelkê ku li ser xaka Efrînê û yên penaber li deverên bakurî Helebê dijîn, û xurtkirina vejîna wan, karekî girînge, divê ji bîr nebe.
Da ku hêz û saziyên navnetewî zextê li Anqerê bikin, divê xebateke siyasî-dîplomasî Kurdî hevbeş û li ser asteke bilind bi rê ve biçe, û di çerçewa çareseriyeke siyasî bo rewşa Sûriyê, dagîrkerî bi dawî bibe, û giropên çekdar cîhadîst werin pişaftin, û saziyên dewleta Sûriyê vegerin Efrînê, û rêveberiyeke nû jê re were avakirin. Û li ser asteke din, têklî û diyalog bi Şamê re bibe, da ku, hikumeta Sûriyê di riya Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza derketina artêşa Turkiyê ji xaka welêt bike.

Nivîskarê kurd; Şukrî Dedo

PUKmedia


 

YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû


Şandeyeke YNKê li Welatê Almanyayê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû.

Li bajarê Norbirgê ya Almanyayê, şandeyeke Yekîtiya N&...


»  Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve
»   Ronakbîra kurd Ferîde Cindî koça dawî kir
 

Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd


Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka se...


»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
 

Roja zimanê dayîka cîhanî pîroz be


Roja "Zimanê Dayîk A Navneteweyî" li hemû gelên gerdûnê û bi taybet li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be.
Her sal di roja ...


»  YPG-YPJê tola Şengaliyan rakirin
»  Jiyana bê Efrîn wek jiyana bê av e

Karîkator