Piştî Mattis McGurk jî dest ji kar berdide

kurdistani 11:06 AM - 2018-12-23
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Bibiryara vekişandina Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, serê piraniya siyasetvan û lêkolîner û ronakbîran tevblîhev bû. Ew biryar ji xwe pê dihate axivtin ku gelo bi daîbûna DAIŞê Amerîka wê dest ji kurdan berde an na.? Gelek çavdêr û ramyarvan û ronakbîran jî, bawer nedikirin ku Amerîka bi bê ku tiştekî ji kurdan re ava bike, dest ji wan berde.

Amerîka ti carî dest ji berjewendiyên xwe bernade, bin taybetî di welatên rojhilata navîn de, her weha ger bizanibe sûdmende di aliyê aborî de, wê ti carî ji Sûriye dernekeve.

Helwêstên generalên peya bilind ên Amerîkî li hemberî biryara Trump

Piştî dest ji karberdana ji erkên wezareta berevanî ya Amerîkayê Generalê navdar James N. Generalê din yê pir navdar û ku ji aliyê piraniya pêkhatên Sûriye û Êraqê ve dihate pejirandin Mattis McGurk jî dest ji kar berdide.

Wek dihat ragihandin ku berî 12 rojên berê, Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞê General Brett McGurk gotibû ku DAIŞ hîn bi yekcarî têk neçû ye û wê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriye, wê biryareke ne hişmend be.

Ji ber wê jî, dema ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi bê li ber çavgirtina nêrîn û pêşniyarên berpirs û Generalên xwe ên peya bilind û biryara tek kesî ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daye, Brett McGurk jî wek wezîrê berevanî ya Amerîkayê General James N. Mattis dest ji karberdana xwe pêşkêş kir.

Nêrîna min derbarê dest ji karberdana McGurg û Mattis

Di serî de, ez wek rojnamevan û nivîskarekî Efrînî, ez her du Generalên bi helwêst ên Amerîkî silav dikim û ew hewlîstên wan wê bimîne ji dîrokê re û wê di dilê her kurdekî xwedî doz de, wek mora dostaniya rasteqîne bimîne. Wek hinek dibêjin ne ji ber piştgiriya kurdan bû, hinek jî dibêjin ew ji bo ku şerê Êranê nekin dest ji erkên xwe berdan û hinek jî hene dibêjin ku Trump kurd firoştin bi Erdoxan û hinek jî dibêjin Amerîkayê jî wek Rûsiya yê bi serê kurdan pîlaneke qirêj kir.

Di rastiyê de, mirov dikare helwêsta her du generalên Amerîkî ku ji bo parastina jiyana gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, dest ji karên xwe yên herî girîng berdan, ev tê wê wateyê ku êdî dostên gelê kurd hêdî hêdî çêdibin û derdikevin holê.

Wek em hemû baş dizanin ku biryara serokê Amerîkayê ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji axa Sûriyê û Rojavayê Kurdsitanê, gelek helwestên cuda cuda da afrandin û derxist meydanê.

Firansayê jî wiha got; Emê hevpeymanên xwe bi tenê nehêlin

Firansayê bi riya koşka Alîzeyê (Élysées) ragiahnd; Em jî bo Parastina hevpeymanên xwe û bi taybetî Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê tevdgerin û emê bixebitin ku bi tenê nemînin.

Wek hat zanîn jî ku di heman demê de, Şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku bi serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk pêkhatiye ji Koçka Elysee daxwaza alîkariya Firansayê kir ku qedexekirina ezmanê li ser navçeyên bakur ê Rojhilata Sûriyê pêkbîne destnîşan jî kir ku rola mezin ji bo derbasbûna biryara serokê Amerîkayê Donald Trump rola Firansayêye.

Ev rastî wê bibe bi mora dîrokê li ser rûpelên dîrokê wê her dem bê dîtin û wê ji gelê kurd re, bibe wane û ders, ji ber ku gelek caran ev rastî bi serê gelê kurd hatiye, lê mixabin ti wane jê negirtin û jê dernexistine.

Firansa eger bixweze alêkariya gelê kurd bike, dikare û wê di wê projeyê de, serkevtî be. Ji ber ku di mijara destnîşankirina hêla 36 ya di navbera rêjîma Êraq û Herêma Kurdistanê derxistina biryara Encûmena Tenahiya ji bo parastina axa Herêma Kurdistanê, xwedî roleke pir mezin bû.

Nêrînên çavdêrên siyasî di barê rola Firansayê û biryara Trump de..

Lê di wê barê de, çavdêrên siyasî kurd wiha dibêjin ku Firansa wealtiekî mezin û bihêze û di encûmena tenahiya ya navneteweyî de endamê hemîşeyî ye û wê bikaribe rola xwe ji Amerîkayê zêdetir bileyze, ji ber ku ew berê li Sûriye desthilat bû, Sûriyê baş nas dike û dikare xwedî li çareserkirina alozî û ew kêşeyên ku hene derkeve. Her weha biryara Trump jî gelek bi lez û bez bû, lê ew bawer nakin ku êdî ew bikaribe bi esanî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derkeve, ji ber ku wê demê, deketina Amerîkayê tê wateya serkevtina DAIŞê û serkevtina pîlana Rûsiyayê bi ser ya Amerîkayê de ye.

Hinek çavdêrên din jî dibêjin ku ew tenê ji bo karekî bazirganiyê ye, tako welatên kendavê hewil bidin pareyên din bêhtir pêşkeş bi Amerîkayê bikin û hindek fişarê jî li ser aliyên kurdî saz bikin tako li gorî wan pêngavan bavêjin.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket