Apê Yusiv Zozanî alîkarê hemû aliyên Kurdistanê ye

kurdistani 05:45 PM - 2018-12-18
Mamoste Yusif Zozanî û Hozan Efrînî

Mamoste Yusif Zozanî û Hozan Efrînî

Apê Yusiv Zozanî kesayetiyekî bi hêz û bi rol û bi têgeha mirovdostî bi helwêste.

Min berê bi navê mamoste Yusif Zozanî bihîstibûm, lê min ew ji nêzîk ve nedîbû, her weha min nizanî bû ku ew çi kesayetiyeke, çi têgehên wî hene, ew xwediyê çi rol û erke. Lê min tenê dizanî ku ew berpirsekî YNKê dêrîne ku ji Rojavayê Kurdsitanê ye û wek apê Humerê Şêxmûs hevalê Mam Celal ê destpêkê ye.

Apê Yusif wek me bi wî bihîstibû, her weha piştî ku min ew ji nêzîk ve jî nas kir û hîn jî em bi hev re di peywendiyan de me, ew kesayertiyeke mezin û zana û xwedî zanyarî û agahiyên girînge di bawerê tevgera kurdî û Kurdistanî di her çar aliyên Kurdistanê de ye.

Dema ku min di çalakiyekê de wî dîd, em li kêleka hev du rûniştibûn, min ew silav kir, wî jî silav vegerand û ji min re got, ma tu ne Hozan Efrînî yî?, min di bersiva xwe de, got; Erê apê Yusif, ez Hozan Efrînî me, ez kêfxweş im bi naskirina te ji nêzîk ve.

Apê Yusif Zozanî wiha got; Ez nivîs û nûçe û raportên te di rojnameya Aso û çavdêr de bi başî dişopîn im û kêfa min ji erk û karên te yên nivîskarî û rojnamevanî re tê, ez pir dilgeş im ku ciwanekî me ji Rojavayê Kurdistanê di kar û xebatên rojnamegeriyê de xwedî nav û bang û erk û naskirî be.

Di wê hevdîtina bi bê bername, ez pir dilgeş bûm bi naskirina kesayetiyeke wiha bi rêz û rêzdar ku her dem xwedî helwest û alîkarên kurdên beşên din ên Kurdistanê be. Min berê jî ji hinek aliyên siyasî kurdên beşên din ên Kurdistanê bihêstibûm ku mamoste Yusif Zozanî her kesên ku xwe lê bigre, bi wî re alîkar û piştîvan e. Pirsgirêkên her kesî li gor yasa û rastiya hebûna çareseriyê bi bê şert û merc erkên xwe di wê barê de, bi cih tîne.

Lê di rastiyê de, gelek kes hebûn ku aşkire dikirin ku mamoste Yusif Zozanî, ew wek nûnerê Rojhilat û Rojava û Bakurê Kurdistanê di nava rêzên YNKê de tevdigerê, Ji aliyê Mam Celal ve gelek nêzîk û gotinên wî tên guhdar kirin û Mam Celal gotin û pêşniyarê Apê Yusif li ber çavan digre û bi cih tîne. Her aliyekî kurdî ku pêwîstiyên xwe bi ci hebuye, bi taybetî di sînorên Silêmaniyê de, yekser berê xwe didan cem mamoste Yusif Zozanî.

Her weha hinek alî jî hebûn ku di serî de, nedixwastin ku wek xwe li ber mamoste Yusif dînin û minetê wî li ser xwe nepejirînin, lê piştî ku bi sernediketin, neçar diman careke din, berê xwe bidin cem mamoste û kêşe û daxwazên xwe jê re danîn ser ziman, lê dîsan jî, mamoste Yusif gotin û daxwazên wan ne dişkand û bi wan re dibû alîkar.

Min ti carî barê xwe li ser ti kesî nekir mal, lê di sala 2019`an de, ez rastî aloziyekê hatim, ew aloziya girêdayî kar û erkên min ê rojnamegeriyê bû. Dema ku min dît hinek kesên ku xwe ji wan deran nakin û xwedî li axivtinên xwe û sozên xwe dernakevin û bi wê awayî dixwazin rêgiriyê li pêşketin û pêşveçûna kar û xebatên min bikin, ez ne çar mam ku êdî ez berê xwe bidim ba apê Yusif Zozanî.

Dema ku min ji rêzdar re telefon kir û min xwest ku ez wî bibînim, yekser ji min re got;" Te her çi demê xwest, ez li malim. Min jê re got, eger tu li malê, ezê werim cem te. Edrês û jimareya malê xwe da min, ez piştre çûm cem û min pirsgirêka xwe jê re anî ser ziman, ew bi min re bû alîkar û bi awayekî pir dirust û bi bê şert û merc bû."

Apê Yusif aloziya min bi telefonan çareser kir, ez şandim cem çîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê kak Îmad Ehmed, piştî ku min kak Îmad Ehmed dît, li ser kaxeza min îmze û mor kir ku wek erêkirina destpêkirina kar li saziya mekteba ragiahndinê bû.

Lê her çend berpirsê wê demê yê mekteba ragihandinê rêgirî derxist û dixwast bihaneyan derxîne tako ez neyêm bi erkirin  li wir kar nekim, lê destêwerdanên yasayî yên apê Yusif ji wê mijarê re, hewlên min yê kar bi serkevtî derbas bûn.

Ez vê yekê tînim ser ziman, ne ji bo tiştekî, tenê ji bo ku hîn ew mamosteya di jiyanê de ye, ez rastiyên wî ji raya giştî ya kurdî re zelal bikim ku ev mirov çi miroveke, çawa xizmet dike, çewa helwest digre, çawa xwedî li xelkên perçeyên din ên Kurdistanê derdikeve.

Ez vê nivîsê ji bo dîrokê dinivîsim, ji bo zelalkirina rastiyan û derxistina rastiyên ku hene ku ji aliyêm mirovên baş û erkdar ve tên kirin, ev jî erkê min e ku ez bi riya pênûsa xwe, wan rastiyan ji rayê giştî re ronakî bikim.

Wek ku tê naskirin ku mamoste Yusif Zozanî ji Serê Kanî ya Rojavayê Kurdistanê ye, birayê siyasetvanê navdar yê kurd nemir Adil Yezîdî ye û endamê komîteya Bilind a rêxisatinên YNK`ê li Ewropayê bû, di dema kongireya siyemîn ya YNKê de ew wek peyvdarê fermî ya kongireyê hat destnîşankirin û nexwest ti erkên nû di kongireyê de werbigre, tenê xwe wek endamek û kadroyekî dêrînî YNKê û rêhevalê serok Mam Celal di kar û xebatê de pejirand û dirêjpêder e.

Hozan Efrînî

18-12-2018

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket