Helebstvan Nuredîn Elî koça dawî kir

kurdistani 03:40 PM - 2018-12-10
Helebstvan Nuredîn Elî koça dawî kir

Helebstvan Nuredîn Elî koça dawî kir

Helebstvanê Rojavayê Kurdistanê ku xelkê Efrînê ye Nuredîn Elî, li welatê Almanyayê koça dawî kir.

Duh roja yekşemê 9-12-2018`an, li welatê Almanyayê, helbestvanê naskirî yê kurd Nuredîn Elî ku wek hemû kurdên ku ji ber neçariya rewşa heyî li Kurdistan û dagîrkirin û qirkirina gelê kurd berê xwe dabş Almanyayê, lê ji ber nexweşiya giran, duh jiyana xwe ji dest da.

Wek hat zanîn ku di rûpelên FACBOOKan de, bi wêne û helbestên nemir Nuredîn Elî tev hat xemlandin, çendîn nivîskar û helbestvan û rojnamevan û rewşenbîr û ronakbîrên kurd û ereb nêrînên xwe ên xemgînî derbirîne ku kesayetiyeke mezin û dilsoz ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku nemir helbestvanê gelê kurd Nuredîn Elî jidayîkbûna sala 1968`an li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber neliheviya rewşa giştî li Sûriye, ew neçarî koçberkirinê ber bi Ewropayê dibe, lê ji ber nexweşiyê, duh roja yekşemê 9-12-2018`an li welatê Almanyayê koça dawî kir.

Em jî wek stafa beşa kurmancî ya PUKmedia`yê, xemgîniya xwe bi malbat û dost û hevalên nemir Nuredîn Elî re parvedikin û daxwazkarin ji Yazdanê Mezin û Mîhreban ku dilovaniya xwe lê bike û bi beheşta xwe ya berîn şad bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket