Nemir; Hesenê Henên...

kurdistani 05:09 PM - 2018-11-26
Nemir; Hesenê Henên...

Nemir; Hesenê Henên...

Kesayetiyên Naskirî li Çiyayê Kurmênc..

Nemir peyayê dema xwe, Apê Hesenê Henên di zincîreya kesayetiyên çiyayê Kurmênc de...

Apê Hesenê Henên ji gundê Kefirsefrayê ya girêdayî navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê ya ser bi Rojavayê Kurdistanê..

Di sala 1932'an de li gundê Kefirsefrsyê ya ser bi bajaroka Cindirêsê li herêma Efrînê ya ser bi Rojavayê Kurdsitanê, di hembêza malbateke welatparêz û kurdperwer û naskirî de çavên xwe li jiyanê vekir û ji dayîk bûye.

Lawê wî yê mezin ku koça dawî kiriye, Henan e û yê pêra Muhtasim û piştre jî Serdar e. Ligel 3 keçkan, Fîdan, Kurdistan û Hêvîn..

Birayê Mihemed Beşîr Bavê Qehreman û Berzanî ye ku ew jî kesayetiyekî naskirî û pir bi nirx e û xwedî cih û navûbang e, bi taybet di aliyê welatperwerî de, cihê xwe di hemû aliyan de heye..

Wek tê bîra min ku Apê Hesen her dem bi hespê rewan digeriya û pir ji xwe xweş bû. Kesekî giran û bi wate bû, xwediyê helwest û gotin bû. Ji kesên rastgo hez dikir, ji derewan nefret dikir.

Ti carî ligel stemkaran ne dost bû, lê xwedî erk û nav bû. Ji qehewyê pir û pir hezdikr, dengê xwe bilind bû, bejnê xwe jî her bilind bû. Bi lîmet bû, xwedî kesayetiyeke mezin û jêhat û giran bû.

Ên ku nemir Apê Hesen nas dikin û nivîsa min bixwînin,wê fi rastiyên taybetmendiyên wî de bîner bin.

Dema ku dihate serdana mala me, ji hespa xwe ya rewan dadiket û li ber darê merxê li rojavayê mala me girêdida û bi awayekî serfiraz destên xwe didan paş xwe û li jor û jêr aliyên xwe çep û rast dinêrî û ber bi malê me ve dihat.

Yekser digot ka bavê te....? Dema ku bavê min yê nemir Xelîlê Murşid dilovaniya Xwedê lê be, dengê nemir Apê Hesen Bavê Henên dikir, yekser derdiket û digot bavê Henan ser serê min tu hatî.

Piştre bi hev re li ser rewşa giştî diaxivtin û şiroveyên xwe ên cur bi cur dikirin ku piraniya axivtinên wan li ser hêrên zeytûn û keştûkalî û rewşa gelê Efrînê û çanda nêçîriyê û li ser demên berê di serdemên desthilatdariya axa û began de jî mijarên xwe derbas dikirin..

Nemir Apê Hesen yek ji kesayetiyên naskirî ên navçeyê bû, mixabin di roja 21-3-2013'an ji ber nexweşiyê koça dawî kir û bi yekcarî ji nava me bar kir.

Di wê barê de, neviyê apê Hesen Silêman Osman Remedan wiha çêra roja koça dawî ya kalkê xwe dike; Di siba roja Newrozê ango 21-3-2013`an, bi amadebûna bavê û dayîka xwe kalê wî jiyan ji dest dide û tevlî karwana nemiran dibe.

Silêman dibêje; Di roja Newrozê de, xelkên Kefirsefrê û ên gundwarên din ku wî nas dikin tev vegeriyan ser goristana Kefirsefrê û erkên xwe li hemberî kalkê wî bi cih kirin ji ber ku apê Hesen gelek kurdperwer û welatparêz bû. Piştre jî ew xelik vegeriya mala apê Hesen û merasîma koça dawî birêvebirin.

Dilovaniya Xwedayê mezin û mîghreban li rewanşadiya te be apê Hesen.


Hozan Efrînî..
Munbic..15/3/2017

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket