Berpirsekî Sûrî: Di Êrîşeke Kîmawî de 100 Kes Birîndar Bûn

kurdistani 03:27 PM - 2018-11-25
 Berpirsekî Sûrî: Di Êrîşeke Kîmawî de 100 Kes Birîndar Bûn

Berpirsekî Sûrî: Di Êrîşeke Kîmawî de 100 Kes Birîndar Bûn

Berpirsekî Sûrî û ajansa dewletê ya nûçeyan dibêjin bêhtirî 100 kes li nexweşxaneyan hatine dermankirin, piştî êrîşeke gazên kîmawî ku ew dibêjin gumane serhildêran li bajarê Helebê pêk aniye.

Rêvebirê pijîşkiya dadwerî Zaher Hajo îro Yekşemê ji ajansa Associated Press re got kesên birîndar hatin veguhestin bo du nexweşûxaneyên Helebê.

Hajo dibêje ji nav 105 kesan, tenê 15 di nexweşxaneyan de mane û yên din hatine dermankirin û çûne mal. Ew dibêje du kesên ku rewşa wan xerab bû niha baş bûn e.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje 94 kes hatin deramnkirin û 31 kes hîn di nexweşxaneyê de ne. Komandar û kesayetiyên opozisyonê, pêkanîna êrîşê red kir û hikûmet bi hilweşandina agirbestê tawanbar kir.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket