YNK; Em bi hevpariya rasteqîne beşdarî hikûmet dibin

kurdistani 05:29 PM - 2018-11-17
 YNK; Em bi hevpariya rasteqîne beşdarî hikûmet dibin

YNK; Em bi hevpariya rasteqîne beşdarî hikûmet dibin

YNKê di encama civîna bi PDKê re ragihand; Em bi hevpariya rasteqîne beşdarî hikûmet dibin.


Îro roja şemiyê 17-11-2018`an li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoya YNKê de, piştî bi dawîbûna civîna herdu aliyan YNK-PDKê kongireyeke rojnamevanî hat lidarxistin .

Di encama civîna du qolî ya ku îro roja şemiyê 17-11-2018`an di navbera PDK-YNKê de pêkhatiye de, YNKê û PDKê tekez li ser pêkanîna huikûmeteke hevbeş dikin û çarsalên dahato aramî û siyasî û aborî tê holê û jiyana xelkê jî baştir dibe.

Di destpêka kongirê de, peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemd ragiahnd; Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinan de, dengê herî pir bi dest anîn û ji ber wê yekê jî, em û Yekîtî bi hev re derbarê çawaniya pêkanîna hikûmetê nêrînên hev du guhdar dikin û ji bo ku di çar salên dahato de, aramî û ewlehî û siyaset û aborî ber bi vejandinê ve biçe û jiyana xelkê pir baştir bibe.

Peyvdarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîra di wê barê de ragiahnd; Em li ser pêkanîna hikûmeteke hevpar ya rasteqîne amdene beşdar bibin.

Pîre aşkire kir ku YNKê ji niha ve ligel aliyên din ên siyasî dest bi hevdîtin û gotûbêjan kiriye tako ji bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş û nû li Herêma Kurdistanê hevbîr bin û aramî û derfeta kar û xizmeta gel bikin.

Wêne; Goran Qadir

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket