Talebanî hemû parlementer di xizmetê gel de bin

kurdistani 10:21 AM - 2018-11-13
Civîna koma YNKê li parlemana Kurdistanê

Civîna koma YNKê li parlemana Kurdistanê

Qubad Talebanî di civîna bi koma YNKê ya Parlemanê de daxwaz kir ku hemû parlementer di xizmetê gel de bin.

Duh roja duşemê 12=-11-2018`an di parlemana Kurdistanê de, endamên koma keskê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî lihev civiyan.

Di wê civînê de, Bêgerd Talebanî derbarê kar û projeyên xola berê de şirove kir û dazanîn ku pêwîste em di xola nû de, waneyan ji yê berê bigrin û li ser çawaniya karkirin bixebitin.

Her weha Qubad Talebanî jî aşkire kir ku pêwîste hemû kar û xebatên parlementeran di xizmeta fgel de bin, tako wek wefadarî ji wan sozên ku dane gel xwe erkdar bikin.

Qubad di dirêjahiya axivtinên xwe de, dazanîn ku dibe ku hemû palementer li gorî YNKê tevbigerin û her tiştekî nû hebe, em jê re amade bin tako hemû pirsgirêk bi riya hevrêzî û yeksanî bêne çareserkirin û xizmeta gel bê kirin.

Her di heman demê de, daxwaza pêkanîna dirûşmên ku ji gel re digotin di warên kirdarî de, bi cih bînin û defetên kar û aramî û xizmetkirina gel bikin armanca xwe ya sereke.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket