Xerîb Hiso; Efrîn di hemû projeyên me de cih digre
kurdistani 03:34 PM - 2018-11-12Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso
Hevserokê TEV.DEMê Xerîb Hiso ragihand; Rizgarkirina Efrîn, di hemû projeyên me de cih digre.
Îro roja duşemê 12 /11/2018’an demjimêr 2:15 xulekan bi dema Herêma Kurdistanê, û 1:15 xulekan bi dema Rojavayê Kurdistanê û 12:15 xulekan bi dema Ewropayê di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de, bernameya (Ji Rojavayê) de, hevserokê TEV.DEMê Xerîb Hiso ji devera Şahbayê bi awayekî zindî tevlî bernameyê bibû ku bi wî re ji Almanyayê jî rewşenbîr û çalakvanê mafên mirovan Selahê Musê beşdar bibû..
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso di heyama beşdarbûna xwe di bernameya (Ji Rojavayê) ya ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li ser mijar bi navnîşana Mijar; “ Çarenivîsa Koçberên Efrînê li Şahna’yê" hatiye weşandin ragihand; Rewşa penaberên Efrînê yên li kampên Şahbayê de, gelek xerap û dijaware, ew di helûmercên herî zehmet de dijîn ku demsala zivistanê jî hatiye, lê heya niha ti aliyên navneteweyî ne siyasî û ne jî mirovî neketine tevgerê.
Hiso şirove kir û rexne li wan wealt û aliyên navneteweyî girt ku ji bo parastina terorîstên Idlibê hatin deng û berevaniyeke bê wêne ji bo wan kirin, lêê ji bo Efrînê ku yek milyon mirovên aştîxwaz û mirovdost û xelkên sivîl her bêdeng bûn, pêwêîste çalakvan û rêxistinên kurdî li Ewropayê di çalakiyên xwe de, pir ne çalakin û ji erkên xwe pêkbînin û bi awayekî bihêztir tevlî kar û xebat û çalakiyên piştîvaniya li xelkên Efrînê bin.
Di derbarê hewildanên TEV.DEMê ji bo berferehkirina daxwazên xwe ji bo rizgarkirina Efrînê li Ewropa û welatên cîhanê û Rojhilata Navîn de, hevserokê TEV.DEMê aşkire kir ku niha wan 2 şandeyên bihêz amadekirine ji bo welatên Erebî û welatên biyanî û Ewropayê tako rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Efrînê bidin nasandin û piştgiriya wan wealtan ji xwe re peyda bikin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26