Kosret Resûl pêşwazî li Konsilê Tirkî kir

kurdistani 07:42 PM - 2018-11-05
Kosret Resûl pêşwazî li Konsilê Tirkî kir

Kosret Resûl pêşwazî li Konsilê Tirkî kir

Konsilê giştê yê Tirkiyê serdana Kosret Resûl Elî kir.

Îro roja duşemê 5-11-2018`an li bajarê Silêmaniyê di mala cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê YNKê de, Kosret Resûl Elî pêşwazî li konsilê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê KHakan Kircay kir.

Di wê civîna du alî de, bi amadebûna endamê desteya kargêr ya politburoya YNKê Hakim Qadir û endamê politburoyaderbarê rewşa Êraq pû Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hat gotûbêj kirtin. Tekez li ser wê yekêî hat kirin ku dibe ew hemû alozî û kêşeyên di navabera Herêma Kurdsitan û Bexdadê de hene, bi awayekî aştiyane û bi riya diyalogê bêne çareserkirin.

Hakan Kircay derbarê serkevtina YNKê di hilbijartinên serokkomariyê de pîroz kir û ew erkên ku li pêş YNKê ye ku avakirina hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê ye û bi hêvîne ku rola YNKê tê de girîng û bihêz be.

Her weha herdu aliyan li ser rewşa Kerkûkê tekez kirin ku pêwîstiya wî bajarî bi jiyanke hevbeş û aştiyane heye ku hemû bi hev re jiyaneke birayetî bijîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket