PDK û YNK ji bo avakirina Hikûmeteke nûh lihev civiyan

kurdistani 02:38 PM - 2018-11-02
PDK û YNK ji bo avakirina Hikûmeteke nûh lihev civiyan

PDK û YNK ji bo avakirina Hikûmeteke nûh lihev civiyan

 PDK û YNK ji bo avakirina hikumeta herêma başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li hev civiyan.
Endamê Buroya Siyasî ya Yekitî Niştîmanî Kurdistan (YNK) Hakim Qadir di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi endamê Buroya Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li Silêmaniyê Arif Tîfor re diyar kir ku partiya wan dê bi PDK'ê re beşdarî hikûmeta nû bibe û got ku berpirsyarî li ser milê her du partiyan e û dê li ser bingeha hevkariyeke rasteqîn beşdarî hikumeta nû bibin.

Qadir da zanîn ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê pêkan e û da zanîn ku YNK dixwaze hikumeta nû xizmeta gelê Kurdistanê di hemû aliyan de bike û daxwazbilindiyên gel pêk bîne.

Endamê Buroya Siyasî ya PDK'ê li Silêmaniyê Arif Tîfor jî diyar kir ku tevî ku PDK'ê 45 kursî di parlemanê de wergirtine lê ew bêyî YNK'ê nikarin karûbarên herêma başûrê Kurdistanê bi rê ve bibin. Tîfor destnîşan kir ku aliyên din ku beşdarî hikumetê nabin dikarin wek opozîsyona avaker xebatên xwe bidin meşandin û wê demê ew dikarin bi YNK'ê re hikumeta nû ava bikin. Tîfor diyar kir ku divê para herêma başûrê Kurdistanê ji budçeya Iraqê ya sala 2019'an ji sedî 17 be.

Tê payîn ku rayedarên PDK'ê di destpêka hefteya bê de bicivin û namzetê xwe ji bo serokatiya herêma başûrê Kurdistanê eşkere bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket