Panorameya Roja Cîhanî ya Kobanê

kurdistani 07:02 PM - 2018-10-31
4`mîn salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê

4`mîn salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê

Panorameyek ji Roja Cîhanî ya Kobanê ji xwendevanên PUKmedia`yê re bi salvegera 4mîn ya wê rojê diweşînin.

Sebaret bi roja cihanî ya Kobanê daxuyaniya polîtburoya YNK`ê

Bi helkefta roja cîhanê ya piştgirî û piştevanî bi Kobanê re ragihandina polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

Eve deqa da xuyaniyê:

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ligel ku roja berxwedana Kobanê weku bûyerek girîng di dîroka gelê Kurdistanê û mêrxasiyên wî pîroz dike, ala serbilind a li Kobanê li berxwe dide û bergirî dike peleke zêrîn û ronake bo gelê Kurdistanê û mirovatiyê.

Di vê roja pîroz de ji bo serkeftina doza gelê me ya rewa, em tekez li ser yekgotara siyasî û yekrêziya gelê Kurdistanê dikin, her wiha weku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê careke din radighînin ku em piştgirî û piştevanî li hemû hewldanên aştîxwaz ên navdewletî û herêmî ên bimebesta rizgarkirina Kobanê ji rewşa zor a  terorîstên DAIŞ`ê yên dij mirovan û mirovatiyê ne û li dijî gelê me ne, dikin.

Bi me weye ku Kobanê, Yekîneyên Parastina Gel û Jinên şervan nimûneyek qehremanî û fedayetiyê ne û weku çawa Sitalîngirad li berxweda di şerê cîhanê ya duyem de, berxwedana li Kobanê jî nimûneyeke qehremanî û serbilindiyê ye ji bo gelê Kurd, navê Kurd li tevahiya cîhanê bilind rakir, ev berxwedana li Kobanê hêşt cîhan li dor Kobanê kom bibe û derî vekir ku bi teybet  alîkariya leşkerî û siyasî bi Kobanê re bê kirin û bi giştî bi gelê Kurd re bê kirin û em çav li rêne hêviyên mezintir encam bide.

Şehîd namrin ..Bijî Pêşmerge û şervanên Kobanê

Ragihandina polîtburoya

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

1 / 11 / 2014`e

Kurdên serenserî cîhanê îro bi yek dengî bangkirin..Kobanê
1/11/2014

Îro 1/ 11/ 2014`e roja cîhanî ji bo Kobanê, Kurd li serenserî welatên cîhanê bi yek dengî rijyan kolanan û bang kirin: Eger Kobanê bikeve em nahêlin cîhan bixwewê, her wiha Kurdên li welatên cihanê ji bo Kobanê daketin kolanan, li dijî terorîstan banga piştevanî û piştgirî li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi teybet Kobanê kirin.

Kurd îro bimebesta piştevanî li berxwedana Kobanê bikin, çi li welat be yan derve be, bi çendîn durişmeyên cuda cuda daketin kolanan û bi yek dengî piştevaniya xwe ji bo Kobanê ragihandin, her wiha Kurdan di xwepêşandan de bang li welatan kirin ku li dijî terorîsatan û êrişên bi ser Kobanê û Kurd ve bi giştî û ji bo jinavbirina terorîstan, ligel Kurd piştevan û hevkar bin.

Di heman çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê li her pênc parêzgehan, Hewlêr,Silêmanî, Dihok, Kerkûk û Helepçe welatî bi diruşmeya Eger Kobanê bikeve em nahêlin cîhan bixewê rijiyan ser kolan û şeqeman û piştevaniya xwe bi şervanên YPG`ê / YPJ`a re  ragihandin.

Li Bakûrê Kurdistanê jî Kurd li bajarên cuda bi berzkirina ala Kurdistanê û diruşmeyên piştevanî li berxwedana Kobanê dikin daktin kolanan.

Hêjayî gotinê ye ku îro Kurd li piraniya welatên cîhanê bi mebetsa piştgirî li Kobanê kirin berê xwe dan kolanan û bi yek dengî bang kirin Kobanê

Silêmaniyê jî çalakiya Roja Kobanê dike

31/10/2014
   
Silêmaniyê jî Dê Roja Cîhanî ya Piştgiriya li Berxwedana Kobanê bivejîne û wê bi dehan rêxistinên sivîl û part û kesayetiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdar bikin.

Ji bo çalakiya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, sibê roja şemiyê 1-11-2014`an,  demjimêr 3 piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê, li ber Baxê Giştî, xwepêşandanek ji bo wê rojê dest pê dike û hatin ji bo hemû kes û aliyan e û ew erkekî nîştimanî ye.
Îro roja Kobanê ye ku wek roja piştîvaniya hemû gelên cîhanê ji bo berxwedana dîrokî ya Kobanê ye.
Salek bi ser roja Cîhanî ya piştgiriya li berxwedana Kobanê ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve hat pejirandin û ev roj bû bi Roja Cîhanî ya Pitîvaniya Kobanê.

Peyama Mehmud Sengawî bo şervanên Kobanê
1/11/2014
    
Fermandarê giştyê hêzên pêşmerge li Germiyan û Germesîrê bi bona roja cîhanî ya berxwedana Kobanê peyamek arasteyî şervanên YPG û YPJ kir û dibêje: Em li gel wene û bihevre berevanî li axa pîroz a Kurdistanê dikin û hûn şervanên jin û keçên li Kobanê cihê serbilindî û şanaziyê bo gelê Kurd û hevsengerên xwe.

Mehmud Sengawî, fermandarê pêşmerge li Germiyan û Germesîr bi rêya PUKmedia`yê peyama xwe di peyama xwe a jibo roja cîhanî ya berxwedana Kobanê û şervanan re got: Di demekê em weku Kurd li tevahiya Kurdistanê li nava sengeran de rûbirûyê terorîstên DAIŞ dibin de bira û xwîşkê me li jêr agir û hesin li parçeyekî din ê birîndar vê Kurdistanê eve zêdetir li 40 roje berevanî û berxwedanê dikin û çendîn qehremanî û destan tomar kirine, silavên hevxebatî û netewî arasteya we dikin û ji were dibêjin qiwet be ey xwîşkên xebatkar û wêrek.

Sengawî got. Niha hêza pêşmerge a Kurdistanê di amadebûnê de ye daku beşdarî di şerê Kobanê de bike, die v dema dîrokî de em destxweşiya we dikin û şanaziya xwe bo we dupat dikin, hûn bûne cihê şanazî û sembola berxwedana dîrokî, pîrozbahiya serketinê li we dikin û em di wê baweriyê de ne ku hûnê Kobanê biparêzin û serkeftinên dîrokî hûnê tomar bikin.

Di dirêjahiya peyama xwe de Mehmud Sengawî amaje bi wê yekê dike û dibêje: Cîhan hemû matmayiyê qehremaniya we ye, wê li Kobanê jib o cîhanê selmand ku die v serdema zilamsalarî de û bidîlgirtina jin bi destê terorîstên DAIŞ , azadiya jinan di lûleya tifengan de berhem tine û hûn diselmînin ku jin li Kurdistanê ne wekî ku tê zanîne belku mertalekî mezin a dîrokî ye û berevanî li niştiman û namûs û kerameta xwe û gelê xwe dike.

Li dawiya peyama xwe de, fermandarê hêzên pêşmerge li Germiyanê got: Em serbilindin û em sere xwe bo ew şervanên xwîşk û bira ditewînin ku jib o bergîrîkirina li axa pîroz a Kurdistanê û bajarê ciwanê Rojava kobanê birîndar û şehîd dibin û em ji wan re dibêjin , heya dîroka qehremaniya dîrokî mabe hûn sembola azadî û çiqlê çavê terorîstên reşperestên DAIŞ`ê ne.

Rola Jinên şervanên Kobanê li konferansa navdewletî li Holanda
23/5/2015

Bi amadebûna şandeka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê konferansa  navdewletî ya hevpeymaniya pêşvero roja 22/5/2015 li bajarê Rotrdamê ya Holandayê destpê kir.

Di konferansê de ji bilî şanda YNK ku li ser asta Êraq û Herêma Kurdistanê take rêxistina siyasî beşdar bûye ku ji her yek li endamê parlemana Kurdistanê Dr. Îzet Sabir û nûnerê YNK li Holanda Bextiyar Bekir amade bibûn, eve ji bilî ku nûnerên 35 partiyên siyasî û rêxistinên çep û sosyal demokrat û 15 partiyên navdewletî ji 35 welatan beşdarî kiribûn.

Konferans ji aliyê hevpeymaniya pêşvero ji bo partiyên çep û sosyal demokrat hatiye saz kirinê û ji aliyê grupa sosyal demokratên Ewropa (PES) û partiya karê Holanda ve hatiye serperştî kirinê.

Parlemanterê YNK`ê, Dr. Îzet Sabir ji PUKmedia`yê re ragihand: Me gotarek ku peyama netewî têde bû pêşkêş kir û me teqez li ser yekrêziya hêzên siyasî ên Kurdî ên beşdarî kirine kir. Her weha me amaje bi rola jinên Kurd li ser asta her çar parçeyên kurdistanê û nimûneya qehremanî û rola berbiçav ya jinên Kurd li Kobanê jî hate kirin.

Dr. Îzet Sabir diyar kir û got: Di gotara xwe de me amaje bi êş û azarên jinên Kurdên Êzîdî jî kir ku divê bi hûrî û bi berpirsyaranetir be û cîhan bi hawara wan ve biçe û hevkariya wan bike .

Derbarê berxwedana hêzên pêşmerge li dijî DAIŞ`ê jî , Dr. Îzet Sabir got: Me daxwaz kir ku divê piştevaniya civaka navdewletî ji bo xelkê Kurdistanê berferhtir bêt.

Ji aliyekî dinê ve îro şeme danê êvarê li bajarê Emistirdamê , revenda Kurdî di semînereke rûbirû de bi rêya rêxistina mîdyeya holanda, mêvandariya Dr. Îzet Sabir dike û navborî li ser qeyrana darayî ya herêma kurdistanê û niha û pêşeroja aborî ya welêt dê babetekê pêşkêş bike.

Baxçeya Kobanê li Derbendîxanê hate vekirin
4/2/2015

Duh roja sêşemê li qeza Derbendîxanê, bi amadebûna qeymeqam û kesûkarê şehîdan û birêveberê fermangehan, rewşenbîran û welatiyên bajarê Derbendîxanê û bi amadebûna kanalên ragihandinê baxçeya Kobanê hate vekirin.

Serokê şaredariya Derbendîxanê Rêbwar Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Bi mebesta rêzgirtina li xebat û tekoşîna pêşmerge û şervanên di şer û pevçûnên li Kobanê li hemberî DAIŞ`ê li Kobanê û derkirina terorîstan ji bajêrû weku nîşanek ji bo berxwedana Kobanê li beramberî êrişên terorîstan, bi merasîmeke hêja baxçeyek bi navê Kobanê li taxa Haware berze bi rûberê 10 hezar metir duca hate vekirin.

Navborî diyar kir û got: Weku rêzgirtinek li beramber bi şehîdên Kurdistanê ew baxçe ji aliyê pênc kesan ve ku ji (dayîka şehîd, keça şehîd, hevjîna şehîd, pêşmergeyekî kevin û pêşmergeyekî gênc ku beşdarî di rizgarkirina Kobanê kiriye) pêkhatibû hate vekirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku baxçeya Kobanê li Derbendîxanê zêdetir li 400 milyon dînar têçûye.

Şêx Alî piştîgiriya xwe li mangirtina rêxistinên sivîl bo Kobanê kir
29/9/2014

Li bajarê Silêmaniyê, çalakiya mangirtin û girava birçîbûnê yê vekirî ji bo piştgiriya li berxwedana Kobanê berdewam e û îro roja duşemê 29-9-2014`an, kete roja xwe ya Sêyemîn.

Her weha piştî ku duhî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)`ê di merasîma raghandinî ya çalakiyê de, beşdar bûn û bi fermî piştgiriya xwe bi tevayî ji destpêkirina mangirtina rêxistinên sivîl re nîşan da, îro jî sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratî Mehyedîn Şêx Alî jî destek da û piştgirî kir û serkeftin ji mangirtvanan re xwest.

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyê rêzdar Şêx Alî di derbarê Çalakiya girava birçîbûnê ya li Silêmaniyê dest pê bûye de, ji PUKmedi`yê re ragihand ku her çalakiyekî li gor destura Herêma Kurdistanê û jib o piştgiriya li xelkên sivîl yên Kurd, cihê rêz destxweşî yê ye û rêzgirtina çalakvanan ji destur û yasayên hikûmeta Herêmê, li her deverekî be, piştgirî lê tê kirin û ew kar pîroz e û bi serdike ve.

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk A Kurd li Sûriyê di bare berdewamkirina çalakiyên piştîvaniya li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Kobanê, wiha nêrîna xwe anî ser ziman: Di vê qonaxa hestyar de, çalakiyên jib o piştîvaniya Kurdên Sûriyê û bi taybetî xelkên me yên Kobanê, cihê rêz û dest xweşiyê ye û em wan hemûyan silav dikin û rêzên taybet ji wan çalakvbanên girava birçîbûnê yên li Silêmaniyê nîşan didin û ew kar pîroz e û em bilind dinirxînin.

Her weha di derbarê ew 7 xalên girîng de, ku ji aliyê çalakvanan ve ji hersê serokatiyên li Herêma Kurdistan re hatiye pêşkêş kirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yê Parlemana Kurdistanê, ku ev in:

1- Naskirina bi fermî hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê.

2-Daxwazekî fermî ji aliyê serokê Herêmê bo welatên xwedî hêz û biryar bo parastina Kobanê.

3-Kombûn digel rêveberên kantona Kobanê.

4-Belavokeke taybet ji bo çûna hêzên pêşmerge bo Kobanê.

5-Alîkariya penaberan bi bê cudayetî bê kirin.

6-Avakirina kampên penaberan tako kareset ji ber demsala zivistanê rûnede.

7-Hevkarîkirina wan Rêxistinên ku bi cedî kar ji bo penaberan dikin bê kirin.


Rêzdar Şêx Alî got: Ew pêşniyarên ku ji serokatiyên Herêma Kurdistanê re hatine pêşkêş kirin tiştekî rewa û girînge ku jib o dengê xelkên me bighêje serkirideyetiya Herêmê, pêngaveke rast e û ji ber ku li gor yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ew tiştekî şarestanî ye û cihê razîbûnê û destek dayînê ye.

Di bare rewşa Kobanê de, Şêx Alî dazanîn ku ev saleke Kobanê di bin dorpêşkirina çekdarên terorîstan de ye û hewlî karên xerap û têkder li dijî xelkê me yê Kobanê didin û bi awayekî terorîstane, her weha div ê dawiyê de jî, her bi awayekî pir hov dest bi êrişên xwe yên hov li dijî Kobanê kirin û dixwazin têkevin nav bajarê Kobanê jib o ku dest bi komkujî û qirkirinê gelê Kurd bikin.

Lê li hemberî wan jî hêzên Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê heye û berevaniyê li axa Kobanê dikin û xelkê me yê Kobanê jî li berxwe dide, lê ev erk li ser mile her kes û alî û part û rêxistinên Kurdî ye ku li hemberî wan terorîstan mil bi milî YPG`ê bibin rêgir tako ew nekevin nava Kobanê.

Alî ji b o berxwdana YPGê li Kobanê aşkire kir ku ew gelek bawer in bi berxwedaniya YPG`ê û destxweşî li şervanên YPG`ê û gelê me yê li Kobanê ku li dijî êrişên hovane yên terorîstan li berxwe didin kir û ji ber ku ew rê nadin wan ku têkevin nav bajêr û komkujiyan bikin û cane xwe feda dikin, em wan silav dikin.

Di daxuyaniya xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re Şêx Alî wiha di barê Kobanê de got: Xwedê neke ku Kobanê bikeve, bizane Efrîn û Cizîre jî dikevin û her weha tê wetaya ketina Herêma Kurdistanê û tiştekî metirsîdar e ji parçeyên din ê Kurdistanê re jî.

Silêmanî: Mangirtina ji bo Kobanê ketin roja 11`mîn û berdewam in
8/10/2014

Mangirtîvanên ji bo Kobanê serdana penaberan kirin û beşdarî xwepêşandanê jî bûn.

Duhî roja sêşemê 7-10-2014`an, koma mangirtîvanên Silêmaniyê yên ku ev 11 rojin ji bo Kobanê ketine mangirtin û girava birçîbûnê, serdana kampa Erbetê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê kirin û cejna wan pîroz kirin û guhdarî nêrîn û dîtinên wan kirin ji bo ku koma mangirtinê di hundirê civîna parlemanê de, li ser şirove bike û bikin rojeva Parlemanê.

Her weha piştî vegera wan, tevlî xwepêşandana li Silêmaniyê bûn ya ku ji bo piştîvaniya li Kobanê.

Di wê barê de, Kove Ehmed ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji bo zanîna rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û guhdarkirina li nêrînên wan li ser rewşa jiyanî û hatina zivistanê, me wek koma mangirtîvanên ji bo Kobanê duhî serdana kampa Erbet kir û digel  hinek diyarî ji zarokên wan re me cejna qurbanê li wan pîroz kir û serdana me bû cihê dilxweşiya wan.

Ehmed aşkire kir ku ew sûrin li ser piştîvanîkirina li Kobanê û ji bo Kobanê wê di çalakiya xwe de berdewam bin  tako Parlemana Kurdistanê pêngavekî praktîkî ji bo parastina Kobanê davê je.

Her weha serokê rêxistina Henesên Nîştimanî dazanîn ku ew piştî serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê hatin Silêmaniyê û tevlî meş û xwepêşandana piştîgiriya Kobanê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin û piştîvaniya koma mangirtîvanan ji bo berxwedana Kobanê dupat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja 27-9-2014`an û heya îro, komek ji 14 kesan ji bo piştgiiriya li Kobanê, di girava xwe ya birçîbûnê de berdewamin û li bendê civîna parlemana Kurdistanê ne ku biçin tevlî bibin û ew 7 xalên ku daxwaz kiribûn ji bo çalakiya mangirtinê pêşkêş mbikin û deng li ser bidin.

Her weha di derbarê ew 7 xalên girîng de, ku ji aliyê çalakvanan ve ji hersê serokatiyên li Herêma Kurdistan re hatiye pêşkêş kirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yê Parlemana Kurdistanê, ku ev in:

1- Naskirina bi fermî hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê.

2-Daxwazekî fermî ji aliyê serokê Herêmê bo welatên xwedî hêz û biryar bo parastina Kobanê.

3-Kombûn digel rêveberên kantona Kobanê.

4-Belavokeke taybet ji bo çûna hêzên pêşmerge bo Kobanê.

5-Alîkariya penaberan bi bê cudayetî bê kirin.

6-Avakirina kampên penaberan tako kareset ji ber demsala zivistanê rûnede.

7-Hevkarîkirina wan Rêxistinên ku bi cedî kar ji bo penaberan dikin bê kirin.

Silêmanî: Ji bo piştgiriya li Kobanê, gurava birçîbûnê dest pê kir
28/9/2014

Silêmaniyê jî dengên xwe bilind kirin ji bo piştgiriya li Kobanê, û gurava birçîbûnê dest pê kir...

Duhî hêvarî 27-9-2014`an, li bajarê Silêmaniyê, li ber avahiya nûsîngeha Parlemana Kurdistanê, rêxistinên sivîl yên herçar aliyên Kurdistanê bi destpêşxeriya rêxistina henesên nîştimanî li Silêmanî, dest bi mangirtineke bo piştgiriya Kobanê kirin û bi dirûşma bila Şengaleke din dubarenebe.

Her weha hinek ji nrêxistinên ku beşdarî wê kampîna mangirtinê bûne evin

1-Rêxistina Henaseyên Nîştimanî

2-Rêxistina Sûsyal Demokrat a Kurdî

3-Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Rojavayê Kurdistanê

4-Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê

5-Bizutneweya Xwendekaran

6-Hunerê Lawên Sewiz

7-Burdî Pştîvaniya Gencan

8-Gencên Welat

9-Komeleya Laweên Tancro yên Rewşenbîrî

10-Burdî Piştîvaniya Gencan li Kerkûkê

Her weha gelek rêxistinên din yên sivîl li Herêma Kurdistanê beşdarî wê mangirtinê bûn.

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û gelek rêxistinên din yên sivîl li Herêma Kurdistanê beşdarî wê mangirtinê bûn.

Di wê barê de, Gova Ehmed serokê Rêxistina Heneseyên Nîştimanî ku yek ji destpêşxerên wê çalakiyê ye ji PUKmedia`yê re ragihand ku armanca wan ji wê çalakiyê ew e ku piştgiriya Kobanê bikin û daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya Parlemana Kurdistanê bikin tako hewilî dîtina rolên xwe di peywendiyên navdewletî de û kar ji bo parastina Kobanê bike.

Ehmed aşkire kir ku ewê hewil bidin ku deng û palpiştekî pir mezin ji Kobanê re peyda bikin û wê hem li riya rêxistinên sivîl yên navnetewî û hem bi riya ragihandinan piştîvaniyê ji berxwedana Kobanê re berdewam bikin û wê bêdeng nebin .

Gova Ehmed di axiftina xwe ya ji PUKmedia`yê re got: Îro demjimêr 7ê hêvarî, emê daxuyaniyên xwe di barê piştîvaniya li Kobanê bidin û em bi hêvîne ku hemû aliyên siyasî û civaka sivîl û her kurdek were bo serdana me li ber avahiya nûsîngeha Parlemana Kurdistanê li Silêmaniyê.

Di derbarê daxwazên mangirtina ji parleman û serokatiya Herêm û yê hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Kova Ehmed wiha anî ser ziman:

1- Îtirafkirin bni hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê.

2-Daxwazekî fermî ji aliyê serokê Herêmê bo welatên xwedî hêz û biryar bo parastina Kobanê.

3-Kombûn digel rêveberên kantona Kobanê.

4-Belavokeke taybet ji bo çûna hêzên pêşmerge bo Kobanê.

5-Alîkariya penaberan bi bê cudayetî bê kirin.

6-Avakirina kampên penaberan tako kareset ji ber demsala zivistanê rûnede.

7-Hevkarîkirina wan Rêxistinên ku bi cedî kar ji bo penaberan dikin bê kirin.

Peykera Jina azad ya Kobanê ji Silêmanî gihîşte Kobanê bi wêne..
14/3/2016
     Peykera Jina azad ya Kobanê ji Silêmanî gihîşte Kobanê bi wêne..

Peykera jina Şoreşger a Kobanê li ber deriyê parêzgeha Silêmaniyê birin bo navenda bajarê Kobanê.

Îro roja suşemê 14-3-2016`an, li bajarê Kobanê, Peykera jina Şoreşger a Kobanê li ber deriyê parêzgeha Silêmaniyê hatibû pîrozkirin, ji bo Kobanê hat şandin û îro jî bi merasîmekê, hat bi cîhkirin û pîroz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku peykera Berxwedan ku nûneretiya jina azad ya kobanê dike, ji aliyê hunermendê kurd Zîrek Mîre ve hat saz kirin û ji aliyê parêgarê Silêmaniyê ve hatibû destekdan û piştî ku li ber parêzgeha Silêmaniyê pîroz kirin û piştre jî ber bi bajarê Kobanê ve hat şandin û îro jî li meydana bajarê kobanê hat bi cihkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket