Balyoza nû ya Îsraîlê li Misrê hat bi erk kirin

kurdistani 05:20 PM - 2018-10-30
Îsraîlê balyoza xwe li Misrê bi erk kir

Îsraîlê balyoza xwe li Misrê bi erk kir

Îsraîlê balyozeke nû li welatê Misrê destnîşan kir û erkdar kir.?

Hikûmeta Îsraîlê siyasetmedara jin ya bi navê Emîra Oron ji bo balyozê Îsraîlê li welatê Misrê li cihê Dr. Davîd Gofrîn bi erk kir.

Di wê barê de, peyvdarê Serokwezîrê Îsraîlê Ofêr Cindilman daxuyaniyek da: Wezareta Derve ya Îsraîlê duh roja duşemê 29-10-2018`an, Emîra Oron ku berê peyvdara Wezareta ragihandinê ya zimanê Erebî bû, bi awayekî fermî bû balyoza Îsraîlê li welatê Misrê.

Wek tê zanîn ku xanima Îsraîlî Emîra Oron dibe yekemîn jin a Îsraîlê ku li Misrê ji serdema wajokirina peymannameya aştiyê ji sala 1979`an, ya ku di navbera welatê Misir û Îsraîlê de pêkhatiye .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket