Amerîka piştgiriya parêzgeha Helebçeyê kir

kurdistani 07:36 PM - 2018-10-29
Amerîka piştgiriya parêzgeha Helebçeyê kir

Amerîka piştgiriya parêzgeha Helebçeyê kir

Amerîka piştgiriya parêzgeha Helebçeyê kir û soza alîkarî û hevkariyê jî da.

Konsilê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Helebçeyê kir û piştçvaniya welatê xwe ji bo Helebçeyê dupat kir.

Konsilê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Stîv Vakin serdana parêzgeha Helebçeyê kir û ji aliyê parêzgar Azad Tofîq ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Konsilê Amerîkî got; Me serdana menumentê û goristana pakrewanên Helebçeyê kir wek rêzgirtinek û nîşandana piştîvaniya Amerîkayê ji xelkên Helebçeyê re ku di sala 1988`an de bi çekên kîmyawî hate bombarankirin.

Di kongireyeke rojnamevaniyê de ragihand; Ji min re rûmeteke ku ez îro serdana bajarê pakrewan û xebatkaran dikim, ev serdan ji bo me ew e ku em rêz û pêzanîna xwe ji bo parêzgeha Helebçe û şehîdên wê dupat bikin û tekez kir ku welatê wî pişûtgiriya parêzgeha Helebçeyê dike û wê avakirin û parastinê jî li stu bigre.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket