YPJ: Rizgarkirina Reqayê yekitiya jinên Ereb û Kurd ava kir

kurdistani 12:20 PM - 2018-10-19
YPJ: Rizgarkirina Reqayê yekitiya jinên Ereb û Kurd ava kir

YPJ: Rizgarkirina Reqayê yekitiya jinên Ereb û Kurd ava kir

YPJ: Rizgarkirina Reqayê yekitiyeke ruhî di navbera jinên Ereb û Kurd de ava kir
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê salvgera yekemîn a rizgarkirina Reqayê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got:” Ev destkeftî bi xwe re yekitiyeke ruhî di navbera jinên Ereb û Kurd de da avakirin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî salvgera yekemîn a rizgarkirina Reqayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya fermandariya wiha ye:

“Em salvegera 1. a rizgarkirina bajarê Reqayê ku bi pêşengtiya jinên Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên li seranserî cîhanê têdikoşin û tevahî jinên Rojhilata Navîn de pêk hat, li gelê Bakurê Sûriyê, tevahî jinan û mirovahiya ku li hemberî terora DAIŞ`ê serî rakirin û têkoşiyan pîroz dikin. Em di kesayeta şehîd Zozan, Arîn, Hebûn û Sozdaran de tevahî şehîdên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de kedeke bê hempa raber kirin bi bîr tînin. Soza girêdana bi şehîdan re nû dikin.

Weke tê zanîn bajarê Reqayê heya berî 17`ê Cotmeha 2017’an, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû. Me 19 Cotmeha 2017’an de li Reqayê têkbirina DAIŞ’ê  ji raya giştî re ragihandibû. Hêzên me, bi rihê berxwedana Kobanê û bi sonda tolhildana hemû şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyê, bi baweriya bin xistina DAIŞ’ê û tojhildana hemû jinan û zarokan di eniyên herî pêş yê operesyona “Cenga Mezin” a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cihê xwe girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê, bajarê Reqa ji bo xwe, weke paytext, bi nav kiribûn. Çeteyan, bi hezaran jinên bê parastin dîl girtin, kirin qefesan firotin û qetil kirin. DAIŞ’ê bi serdestiya xwe ya ku di bajarê Reqayê de  dida meşandin, weke bazara firotina jinan bikar dianî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka me ya Ereb hatibûn hunandin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên me hatin avêtin û şewitandin.   

Çeteyên DAIŞ’ê li ser tevayî mirovahiyê cîhana tirsê dabû ava kirin. Di heman demê de di kesayeta jinên Êzîdî de xwestin tevayî jinan û gelan bixin bin serweriya xwe. Jinên ku li hemberî DAIŞ’ê derketin, serî hildan, hatin qetilkirin. Kuştina mirovan weke tiştekî rewa dihat dest nîşankirin. Rizgarkirina bajarê Reqa, di heman demê de bû tolhildana jinên Êzîdî. Bajarê Reqayê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de mabû bi berxwedaniyeke mezin a dîrokî ji dagirkeriya DAIŞ’ê hat azadkirin. Rizgarkirina bajarê Reqa, di heman demê de têkçûna hişmendî û pergala zilamê serdest bû. Bajarê Reqayê, eniya berxwedanê ya tevahî jinên cîhanê ava kir. Her wiha Ev destkeftî bi xwe re yekitiyeke ruhî di navbera jinên Ereb û Kurd de da avakirin.  

Şervanên me bi berxwedaniyeke mezin li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê sekinîn û destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin. Di encama seknên qehreman ku li Reqa û cihên din hat raberkirin de di roja îro de jî pêngava “Şerê Tinekirina Terorê” tê meşandin. Em bi vê boneyê hemû hevalên xwe yên niha li eniya Dêrazorê ber xwe didin silav dikin. Bi binxistina çeteyên DAIŞ’ê, serkeftina demokrasî û azadiye ye. Di heman demê de ji bona tevahî gelan hêviya pêşerojên azad e. 

Li ser vê bingehê em careke din salvegera 1. a rizgarkirina bajarê Reqa li tevayî gelê Bakurê Sûriyê, mirovahiyê pîroz dikin û di kesayeta hevrê Hêlîn Cûdî, Arîn Qamişlo û herî dawî hevrê Berfîn de ku li Dêrazorê şehîd bû hemû şehîdên di oxira berxwedana azadiyê de bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Soza şopandina riya şehîdan û zindî hiştina bîranînên lehengên xwe dûbare dikin.”

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket