Qayîmeqamê Xurmato me ji bo refrendomê hişyarî dabû

kurdistani 02:55 PM - 2018-10-16
 Qayîmeqamê Xurmato me ji bo refrendomê hişyarî dabû

Qayîmeqamê Xurmato me ji bo refrendomê hişyarî dabû

Qayîmeqamê Xurmato me ji bo metirsiyên refrendomê, me wê demê hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar kir.

Îro roja sêşemê 16-10-2018`an salvegera buyera encamnameya refrendoma Herêma Kuridstanê ye ku artêşa Êraqê dest bi ser bajarê Kerkûkê û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê de girtiye.

Di wê barê de, Qayîmeqamê Xurmatoyê yê berê Şelal Ebdul ji kenala Kurdsatnewsê re ragihand; Me bi awayekî pir berfereh li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê hewil da ku Xurmato nekeve nava proseya refrendomê û wê metirsîyeke mezin çêbike, lê mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê guh neda bang û daxwazên me di wê barê de.

Ebdûl dazanîn; Baca wê refrendomê ji bo xelkê Xormatoyê pir mezin bû, bi dehan şehîd û bi hezaran koçber û bêhtir ji 3000 mal hatin şaetandin û gelek firoşgeh û markêtên bazirganiyê yên welatiyên kurd di Xormatoyê de hatin şewtandin.

Di dawiya axivtina xwe de, Şelal Ebdul ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daxwaz kir ku aramkirina rewşa Xormatoyê beriya her tiştî be dema ku gotûbêjan ligel hikûmeta Êraqê dikin.

Qayîmeqamê berê yê Xormatoyê ŞelaL Ebdul daxwaza sizadana tawanbarên ku li dijî kurdan tawanên mezin encama dane bi taybet malwêrankirin û şewtanadina mal û firoşgeh û markêtên kurdan li Xormatoyê dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket