Hakim Qadir û Şêxmûs rewş şirove kirin

kurdistani 06:19 PM - 2018-10-15
Hakim Qadir û Şêxmûs rewş şirove kirin

Hakim Qadir û Şêxmûs rewş şirove kirin

Hakim Qadir û Omer Şêxmûs rewşa Herêma Kurdistan û Êraqê şirove kirin.

Îro roja duşemê 15-10-2018`an li bajarê Silêmaniyê, endamê desteya kargêrî ya politburoya YNKê Hakim Qadir pêşwazî li siyasetvanê dêrînê Kurd û endamê berê yê politburoya YNKê û endamê desteya damezrênerê YNKê Omer Şêxmûs kir.

Di hevdîtina du alî de, Hakim Qadir û Omer Şêxmûs li ser rewşa niha li Herêma Kurdistan û Êraqê şirove kirin û derbarê çawaniya karkirin û beşdarbûna aliyên siyasî ên kurdî di hikûmeta dahatoya Êraqê de jî gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê de, Hakim Qadir kar û xebata ji bo azadiya gelê kurd ji destpêka damezrandina YNKê ve ku ew yekek ji endamên damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû ye pir bilind nirxand.

Her weha derbarê rola herî girîng ya Omer Şêxmûs di yekrêziya nava YNKê de û her weha bandora bihêz ya ku li dervayî welat û li Ewropayê di xizmeta YNKê de kiriye û çandina aştî û aramiyê di nava aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî de jî kete rojeva wê hevdîtinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket