Efrîn; Darên zeytûnê ji bo rêkê tên jêkirin

kurdistani 06:51 PM - 2018-10-09
Efrîn; Darên zeytûnê ji bo rêkê tên jêkirin

Efrîn; Darên zeytûnê ji bo rêkê tên jêkirin

Tirkiyê bi sedan darên zeytûnê hildike ji bo sazkirina riya du rêkî di navbera Cindirês û Hatayê ve.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî ku li herêma Efrînê du rêkî di navbera Cindirê û Hatayê de saz dikin ku bûye sedemê hilkirina bi sedan darên zeytûnê yên beremder ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve.

Rewangeha Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dikin ku armanca Encûmenên navxweyî yên ku ji aliyê tirkiyê ve hatine sazkirin ew e ku riya bazirganiyê di navbera Efrîn û Tirkiyê de vekin û berhemên Efrînê rewaneya Tirkiyê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, bi sedan darên zeytûnê ji aliyê komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin hatine şewtandin û hilkirin, lê heya niha ti kes û alî di wê barê de, li ser ranawestin û nakin mijara gilî û lêkolîn û lêpirsînê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket