Washington Post bo Kaşıkçî Bang li Rêvebirîya Amerîka Dike

kurdistani 06:36 PM - 2018-10-08
rojnamevanê hinda Cemal Kaşıkçı

rojnamevanê hinda Cemal Kaşıkçı

Rojnameya Washington Post, ser rojnamevanê hinda Cemal Kaşıkçı, ku herî dawî dema ketibû Balyozxaneya Erebîstana Saudî ya li Stenbolê hatibû dîtin, bang li Amerîka kir.

Washington Postê ji Amerîka xwest ku ji rêvebirîya Rîyadê ‘’li ser bûyerê bersîvekê bistîne'' Di nivîsa sereke ya Washington Post de hat gotin ku Amerîka ‘’bo hemî rastîyên ser hindabûna Kaşıkçı eşkere bike, divê hewildanên girîng bimeşîne’’

Li gor rojnameyê, hikûmetên Tirkîye, Erebîstana Saudî û Amerîka ser eşkerekirina hindabûna Kaşikçi berpirs in. Washington Post dîyar kir ku Erebîstana Saudî bi Amerîka re ser dîtina rojnamevanê hinda alîkarîyê neke, divê Kongres hemî hevkarîyên bi wî welatî re rawestîne.

Hin berpirsên Tirkîyê, bê ku navê xwe eşkere bikin ji ajansên navneteweyî re dîyar kiribûn ku Kaşikçi li balyozxaneya Erebîstana Saudî hatiye kuştin. Washington Post bang li Tirkîyê kir ku agahîyên di destê wê de demûdest bi bîragiştî re parve bike û bûyerê bi hemî hûrgilîyên wê vekole.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket