YNK; Em sextekarî û êrişên li dijî YNKê napejirînin

kurdistani 05:46 PM - 2018-10-06
YNK; Em sextekarî û êrişên li dijî YNKê napejirînin

YNK; Em sextekarî û êrişên li dijî YNKê napejirînin

Li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoyan YNKê de, Civîna Encûmena Serkirdeyetiya YNKê bi dawî hat.

Îro roja şemiyê civîna serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serperştiya cîgirê sekreterê giştê yê YNKê Kosret Resûl Elî dest pê kir û piştî gotûbêjkirina li ser rewşa giştî Herêma Kuridastanê û Êraqê û mijarên girîng kêmek beriya niha bi dawî hat.

Civîna Encûmena Serkirdeyetiya YNKê bi yekemîn salvegera anîna termê pîrozê serok Mam Celal ku xuleke bo rêzgirtin ji rewanşadiya serok Mam Celal re dest bi civînê hat kirin.

Di belavoka derbarê wê civînê de, Encûmena Serkirdeyetiya YNKê bi pêwîst dizanî ku berheviyan ji bo mijara hilbijartin û encamên wê bigirin dest û her karekî sextekarî encamdabin, naye pejirandin û ew ê li dijî karên demokrasiyê be û mafên mirovan be, ji ber wê jî em tevlîhevkirina rastiyan nexwezin û êrişên li dijî YNKê kok napejirînin.

Di belavokê de hatiye ku Emê bi riya kenalên fermî û yasayî berevanî li mafên xwe ên rewa bikin û dema ku encamên fermî ên giştî jî hatin ragiahndin, emê helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin.

Belavoka Encûmena Serkirdeyetiya YNKê dazanîn ku YNKê herdem ji bo parastina yekrêziya gelê kurd û aramî û berjewendiyên bilin ê gelê kurd dicenge û xebat dike û xwedî rol û hewlwesta diyalog û danustandina ye.

Her weha pîrozbahî li serokkomar Dr. Berhem kir û piştîvaniya xwe ji kar û xebatên wî re ragiahnd û wê herdem pişgirî lê bikin û karên wê re alîkar vbin tako herdem erkên xwe bi serkevtî encam bide.

Di heman belavoka Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê de hatiye ku ew pîrozbahî li keçka kurdê Êzîdî Nediye Murad jî kir û ji bo wergirtina xelata Nobelê ya aştî yê ku bi pêngaveke dîrokî nirxandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket