Şêx Cengî; Serkevtina YNKê destkevteke mezin ji gelê me re ye
kurdistani 12:13 PM - 2018-10-03Şêx Cengî peyama pîrozbahî û serkevtinên YNKê pêşkêş kir
Şêx Cengî peyama pîrozbahî û serkevtinên YNKê pêşkêş kir.
Di peyameke xwe ya pîrozbahiyên serkevtinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê de, Lahur Şêx Cengî ji gelê kurd re ragihand; Serkevtina YNKê destkevteke mezin ji gelê me re ye
Serokê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî nameyek bi boneya serkevtina namzetê Yekîtiuya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ji bo posta serokkomariya Êraqa federalê peyamek arasteya cemewerî gelî Kurdistanê kir.
Di wê peyamê de, Lahur Şîx Cengî aşkire kir ku bi boneya van her du serkevtinên mezin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê di hilbijartinên parlemana Kurdistanê û yekalîkirina mijara posta serokkomariyê li berjewendiyê me, ji ber we ve jî, ez vê diyariyê rewanşadiya serok Mam Celal dikim ku di roja 3-10-2018`an roja çarşemê salvegera yekmîn ya koça dawî wî kesayetiya mezin û dilsozê gelê xwe.
Lahur di peyama xwe de dazanîn ku bila em ji bîr nekin ku apê me Mam Celal YNKê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê Kurdistan û Êraqê re damezrand tako azadî û demokrasî û mafên mirovan û mafê xweçarenûsîn pêk were, îro jî bi hezaran xebatkar û şoreşger û zarokên pakrewanan piştgiriya vê rêbazê dikin.
Li gel pîrozbahiyên min ji we re yek bi yek, ez we dilniya dikim ku ew serkevtinên ku îro dibin, destkevtên hevbeş ji bo tevahiya gel û aliyên siyasî ên Kurdistanî ye, ez bi hêvîme ku ev serkevtin bibe sedemê aramî û karên hevbeş di navbera me de.
Di dawiya nameya xwe de, Şêx Lahur dazanîn ku ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku alîkariya me bike tako em alozî û kêşeyên xwe ên navxweyî li Herêma Kurdsitanê çareser bikin û em qonaxeke nû ji aramî û jiyaneke baştir ji gelê me re hem li Herêma Kurdsitan û hem li Êraqê bi cih bînin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25