Qesra Spî: Melania Trump Serdana Afrîqa Dike

kurdistani 04:22 PM - 2018-10-01
Melania Trump Xanima Yekê ya Amerîka

Melania Trump Xanima Yekê ya Amerîka

Seraya Spî ragihand ku Melania Trump bo cara yekê piştî ku mêrê wê bo serokê Amerîka roja Duşemê bi seredanekê diçe Afrîqa.

Qesra Spî dibêje Melania Trump, di geşta xwe ya Pênc rojî de dê seredana Çar welatên Afrîqa: Gana, Malawî, Kenya û Misrê bike.

Armanca sereke ya seredana Melania dê tekezê li ser çavdêraiya zarokên nû hatine dinê û dayikên be li nexweşxanan, perwerdeya zarokan, dîrok û kultrura wan welatên Afrîka be û kanê Amerîka dê bikare bi çi awayî alîkariya her yek ji wan welatan bike.

Di kempeyna ku melania Trump îsal bi navê "bibe ya herî baş" de dabû destpêkirin, çavdêriya zarokan bingeha sereke ya we kempeynê bû.

Şirovekar û çavdêr weha dibînin ku dibe geşta Melaina ya bi zehmet be jiber gotinên serok Trump derbarê Afrîqa ku hin caran ew biçûk xist bûn.

Judd Devermont, rêvebirê bernama Afrîqa li Bingehê Lêkolînên Statejî yên Navnetewî de dibêje, "ji bo Melania Trump ev seredan dê barek giran be di vê qunaxê de û ev heta redekî ne dadweraneye ku xanima yekê bi serdanek weha rabe".

Lê, Joshua Meservey yek ji şirovekarên naskirî yên siyaseta Afrîka li weqfa Heritage weha dibîne ku axiftinên Trump yên li ser Afrîqa banodrê li ser serdana Melania nake. Joshua Meservey dîsan dibêje "têkiliyên Amerîka û Afrîqa dîrokî û bihêzin, ez ne di wê bawerê de me ku axiftinên serok Trump bandorê li wan têkiliyan bike".

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket