Talebanî; Pêwîstiya gelê me bi yekrêzî û aramiyê ye

kurdistani 01:11 PM - 2018-09-30
Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî deng da

Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî deng da

Qubasd Talebanî jî dengê xwe da û nîşana serkevtinê bilind kir.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistamnê û serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdiostanê YNKê Qubad Mam Celal Talebanî jî dengê xwe da proseya hilbijartinên Herêma Kurdistan ya ji bo parlemanê.

Piştî ku serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî dengê xwe da ji proseya hilbijartinên ji bo lîsteya 105ê ya YNKê de ragiahnd; Gelê me pêwîstiya xwe bi yekrêzî û aramiyê heye.

Talebanî di dirêjahiya axivtina xwe de got; Îro roja gelek girînge di dîroka gelê Kuridstanê de, dengdan erkeke nîştimanî ji bo tevahiya welatiyên Herêma Kurdistanê, tekez kir ku hilbijartin wê bi awayekî berfereh û mezin demokrasiyê di Herêma Kuridastanê de bi cih bîne.

Serokê Lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî aşkire kir ku gelê kurd di Herêma Kurdistanê de, pêwîsiya xwe bi aramî û yekrêzî ye ûem bi hêvî ne ku hemû aliyên siyasî di nav hev du rêkevin û pêkvejiyaneke azad û aram be, xizmetkirina gelê kurd û Kurdistanê be û hevrêzî ji bo nehêştina nakokiyên bê sûd û bi berpirsyartî digel hemû aliyekî tevbigerin ji bona aramiya Herêma Kurdistanê û xizmekirina xelkê me.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket