Kernevala lîsteya 105 li Qeledizê birêve çû

kurdistani 07:00 PM - 2018-09-26
 Kernevala lîsteya 105 li Qeledizê birêve çû

Kernevala lîsteya 105 li Qeledizê birêve çû

Kernevala lîsteya 105 li bajarê Qeledizê bi cuşeke mezin birêve çû.

Îro roja çarşemê 26-9-2018`an, li bajarê Qeledizê ya ser bi rêvebiriya Raperînê li parêzgeha Silêamniyê, kernevala bi serxistina lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi amadebûna berpirsê malbenda Raperînê Usta Resûl bi rêve çû.

Di wê barê de, piştî ku piraniya namzetên devera Raperînê axivtinên xwe pêşkêş bi xelkên Qeladizê kirine û soza pêkanîna gotinan ji xelkê re ku Aramî û Derfeta Kar û Xizmetkirin, Berpirsê malbenda YNKê ya Raperînê, Usta Resûl gotarek pêşkêş kir û tê de germahiya gel ji bo lîsteya 105ê ya YNKê silav kir û bi serfirazî dibîne ku ewende xelkên kurd piştîvaniya lîsteya 105ê dike.

Di gotara xwede Resûl aşkire kir ku namzetên YNKê piraniya wan zarok û xwediyên pakrewan û şehêdan e, û deriyên YNKê  û dilê Mam Celal vekirîne ji bo endamên berê ên kevin û Qubad Talebanî niha karwana lîsteya 105ê birêve dibe û em bawerin ku wê dengên pir bi dest bixînin û em bi hêvîne ku em dirûşman di warên kirdarî de bi cih bikin û aramî û derfetên kar û xizmetkirinê bi cih bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket