Li Bajarên Almanya Dijî Erdogan Protesto Pêk Tên

kurdistani 03:31 PM - 2018-09-24
Mîrkil û Erdoxan

Mîrkil û Erdoxan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, berî serdana Almanya bike, li hin bajarên wî welatî hat protesto kirin.

Li Berlîn ya paytaxta Almanya, di xwepêşandekê de, ku bi sedan kes beşdar bûbûn, pankartên ku li ser ‘’Em te naxwazin Erdogan’’ û ‘’Erdogan dikuje, Merkel diavêje girtîgehê’’ hatin vekirin.

Li Hannover û Dusseldorfê jî dijî Erdogan protesto pêk hatin. Di protestoyên dijî Erdogan de, komeleyên Kurdan jî pêşengîyê dikin. Erdogan, dê di 28-29’ê Îlonê de li Almanya hevdîtinan pêk bîne. Li ber e ku di wan rojan de protestoyên mezin li dar kevin.

Çaverê ye ku bi deh hezaran kes li Berlîn û Kolnê beşdarî protestoyên dijî Erdogan bibin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket