Li Minbicê Baxçeyê Şems El-Emel hate vekirin

kurdistani 03:49 PM - 2018-09-23
Li Minbicê Baxçeyê Şems El-Emel hate vekirin

Li Minbicê Baxçeyê Şems El-Emel hate vekirin

Komîteya Jinan ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê baxçeyê zarokan ê bi navê Şems El-Emel bi merasîmekê vekir.

Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê baxçeyê zarokan bi navê Şems El-Emel (Roja Hêviyê) bi merasîmekê vekir. Di baxçe de zarokên temenê wan di navbera 3 heta 6 saliyê dê werin pêşwazîkirin.

Baxçe dikare 102 zarokan pêşwazî bike. Di baxçe de dê zarok werin perwerdekirin. 5 mamosteyên taybet rêveberiya baxçe dikin.

Endamên saziyên civaka sivîl, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û bi dehan şêniyên bajêr beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Ji rêveberên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Nûr El-Hamid axivî û destnîşan kir ku zarok di vî temenî de pir saf û zelal in, ji ber wê pêwîst e mamoste li gorî berpirsyariyê bin da ku zarok karibin jiyaneke xweş û geş derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Jinan Zehîda Ishak destnîşan kir ku wan baxçeyê zarokan vekir da ku alîkariya dayikên xebatkar bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket