Derbaz Kosret Resûl; Serxistina lîsteya 105 erkê giştikan e

kurdistani 06:47 PM - 2018-09-21
Wezîrê avakirin û nîştecîhkirinê derbaz resul

Wezîrê avakirin û nîştecîhkirinê derbaz resul

Wezîrê avakirin û nîştecîhkirinê Derbaz Kosret Resûl; Serxistina lîsteya 105 erkê giştikan e

Îro roja înê 21-9-2018`an wezîrê avakirin û nîştecîhkirinê Derbaz Kosret Resûl Elî serdana navçeya Çemçemalê kir û ji aliyê qayîmeqamê bajêr Remek Remedan û rîspiyên navçeyê ve hate pêşwazî kirin.

Di dema serdana xwe ya zanîngeha Çermoyê de ragihand ku ji destpêka avakirin û vekirina zanîngeha Çermoyê destek û alîkarî jê re hatiye pêşkêşkirin û di pêşerojê de jî wê bi heman awayî alîkarî were dayîn û wê berdewam be.

Her weha di dema derçûna xuleke xwendekarê zanîngehê jî amadebû, di wê barê de serkeftin ji tevahiya xwendekaran re xwest û hêvîxwest ku di demên pêş de bibin alîkarê civakê. Her di dawiya axiftina xwe de, Wezîrê karûbarê avakirin û nîştecîhkirinê yê hikûmeta Hrêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl Elî dazanîn; Serxistina lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê erkê me giştikan e û pêwîste em hemû deng bidin û bi serxînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket