Bi wêne beşdarbûna kurd di kongireya aştî ya cîhanî olan de

kurdistani 04:16 PM - 2018-09-20
Bi wêne beşdarbûna kurd di kongireya aştî ya cîhanî olan de

Bi wêne beşdarbûna kurd di kongireya aştî ya cîhanî olan de

Beşdarbûna nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê di kongireya aştî ya cîhanî olan de pêngaveke dîrokî ye.

Ji bo yekemîn car di dîroka kurd û Kurdistan û olên wê yên resend de, nûnereke fermî bi navê ola resen ya miletê kurd û Kurdistanê beşdarî kongireya cîhanî ya aştî ya olan bibe ku ew jî Pîrşalyar rêber Zerdeştiyên Kurdistanê ye.

Di wê barê de, berê jî me wek stafa PUKmedia`yê beşa kurmancî amaje bi wê yekê kiribû ku Pîr Luqman ji PUKmedia`yê re ragiahndiye ku ew wek nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê ji aliyê komîteya amadekar ya Kongireya Aştî ya Cîhanê bo Olan ve hatiye vexwindin û di projeya wî de, mijara Efrînê ya sereke bû ye.

Her weha di heman daxuyaniya Şalyarê Zerdeştiyên Kurdsitanê Pîr Luqman di daxuyaniya xwe de gotibû; Min mijara Efrînê û ew serkot û binpêkirinên ku li dijî xelkê Efrînê rojana tên kirin anîm ser ziamn û şermezar kir, lê mixabin nûnerên 6 weltên Erebî bi tundî li hemberî min helwestên neyartiyê nîşandan û bi taybetî nûnerê Filestîniyan ku ji min re got; Ev kongire ya aştî yê ye. Pîr Luqman dazanîn ku wî heya nehatibû kongireya Kuryayê nizanîbû ku Ereb bi awayekî giştî li dijî kurdin û di rastiyê de ew hemû nûnerên welatên Ereb bi bê ferq û cudatî dijayetiya doza kurdî kirin.

Pîr Luqman aşkire kir ku di mijarên gelên bindest û stemlêkirî de, wî pir caran mijara doza gelê kurd aniye ser ziman û gelek caran ji aliyê nûnerên wealtên Erebî ve hatiye redkirin, lê wî her sûrbûye li ser parastina maf û azadiyên gelê kurd di wê kongireyê de ku yekem care kurd beşdar bibe.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 18-19-9-2018`an, Li Koryayê Kongreya Aştî ya Cîhanî bo Olan bi rêve çûbû, nûnerên Zerdeştiyên Kuridstanê Pîrşalyar Pîr Luqman jî beşdarbibû li gel wê jî gelê kurd bi giştî û piştîvaniya Efrînê bi taybetî kiriye. Wek hat zanîn ku Pîr Luqman mijara Efrînê xiste rojeva kongirê, lê ji aliyê nûnerên welatên Ereban ve hat red kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket