YNKê li hemberî bombebarankirina Êranê helwest nîşan da

kurdistani 02:09 PM - 2018-09-08
  YNKê li hemberî bombebarankirina Êranê helwest nîşan da

YNKê li hemberî bombebarankirina Êranê helwest nîşan da

YNKê, li hemberî bombebarankirina Êranê, helwesta bi zelalî nîşan da û ew operasyon û êrişên li Başûrê Kuridistanê pêktên bi binpêkirina rêkeftinên navneteweyî nirxand.

Derbarê êriş û bombebarankirina Êranê ji navend û kampên Hizba Demokrata Kurdistanê re ku di encamê de, hejmareke welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî bûne de, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi fermî helwesta xwe bi zelalî nîşan da û got; Ew êrişên li Başûrê Kurdiostanê têne kirin, binpêkirina yasay û rêkeftinên navneteweyî ne..

Peyvdarê fermî yê bi navê YNKê ku operasyonên leşkerî li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hemû rêkeftnameyên navneteweyî ye û ne li gor yaysayên navneteweyî ye û derbaskirina wê ye.

Peyvdarê YNKê eşkire kir ku ew operasyon û bombekirina ku li dijî Hizba Demokrata Kurdistanê pêkhatiye, aghadariya YNKê ne ji dûr û ne jî nêzîk ve nekirine û ev yek  ji aliyê YNKê ve naye pejirandin ku ji 35 slan ve hewildanên wiha têne kirin ku li dijî mêvan an jî serweriya Herêma Kurdistanê be.
Di dawiya belavokê de, YNKê ji malbatên şehîdan re serxweşî xwest û ji birîndarên wê êrişê re jî cansaxî xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket