Şandeya Amerîkayê serdana Şaredariya Gel a Reqayê kir

kurdistani 03:12 PM - 2018-08-13
Şandeya Amerîkayê serdana Şaredariya Gel a Reqayê kir

Şandeya Amerîkayê serdana Şaredariya Gel a Reqayê kir

Şandeya Amerîkayê ku ev du roj e serdana bajarê Reqayê dike, îro jî serdana saziyên xizmetguzariyê yên bajêr kir û rewşa xizmetguzariyê bi rayedarên Reqayê re gotûbêj kir.

Şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya sefîrê Amerîkayê yê berê li dewleta Behrênê William Robak, li rex hin fermandarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê îro serdana navenda Şaredariya Gel a Reqayê kir û rewşa xizmetguzarî bi rayedarên şaredariyê re gotûbêj kir.

Di civîna şandeyê ya li gel rayedarên şaredariyê de rewşa giştî ya bajêr hate nirxandin û endamên şaredariyê diyar kir ku pêdiviya wan bi alavan zêde ye da ku karibin karê xwe bi rêk û pêk bidin meşandin.

Şandeyê ji rayedarên şaredariyê pirsî ka gelo rakirina bermahiyên hilweşandî ji Şaredariya Gel tê xwestin. Ev pirs ji aliyê hevserokê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid Hamid El-Mihbaş ve hate bersivandin û wiha got: "Rast e rakirina bermahiyên hilweşandî ji şaredariyê û Komîteya Jinûveavakirinê tê xwestin. Lê ji ber kêmderfetan ev xebat hê jî gelekî lawaz dimeşin, nemaze tu alîkarî ji me re nehatiye kirin."

Di dawiya civînê de şandeya Amerîkayê spasiya Şaredariya Gel kir û hêviyên xwe ji bo serkeftina şaredariyê di xebatên xizmetguzariyê de anîn ziman.

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji dema ku bajar ji destên çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin ve bê navber di nava kar û xebatan de ye

PUKmedia-ANHA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket