Vegerîm, û xwezî vegereke normal ba

kurdistani 07:12 PM - 2018-08-11
.

.

Vegerîm, û xwezî vegereke normal ba, vegerek asayî wek hemû cureyên vegerê. Pênc heyv in ji va cîhana tevlihev dûr im û herwisa ji pir tişt, cih û kesan dûr im, bê xeber im. Di wa dema dirêj de, min pir ji dîmenên mat dîtin, ji wan hinek min wêne girtin, hinek hatin jêbirin ji ber tirsê û pir jî, di pencereyên çavên min re xwe berdan mêjî û dilê min. Gelek guhatinên ne bêşbînkirî li ser zemîna va xaka bê guneh rû dan.

Qet pirs nekin ew çitil dîmen bûn û çitil dîmen in, ji ber ku ew jî, ji basên vî miletî ne, ên ku her roj tu wan dibîsî û dibînî bêguman. Ez ê bi carekê qala heft heyvan bikim, anku qala êş, wêranî, windakirin, xerîbî û jimedizînê ên razberî û şênberî jî. Hemû li vira çîrokên xwe hewal didin, çito derketin, çito ji ber neyêr revîn û her wisa ên wekî min, bi tirs vegerîn malên xwe. Çawa li vir nehêlan, talan, dizî, êşkence û girtinê çê dibe û em bi bendewarî parastina zevî û dîroka xwe dikin.

Naxwazim li ser êşa gelê xwe ên di devereke biyan, dûrî zeytûn û axa Efrînê li benda biryarekê mane ku çavê xwe bi vegerê kil din, wan ceger ji dest da ye, wan kezeb ji xerîbiyê şewitiye.


Dê ka wer bêje te çawa dengê balafiran ji bîr kir, te çawa ala xwe a ku şeş sal in tu her roj dibînî, di şevekê de winda bikî. Ka wer bêje te çawa kavilên mala xwe ji bîr kir, te çawa xatir ji malbata xwe nexwast gava ew çûn. Ka wer biqîre te çawa çavên xwe têr nekirin ji dîtina ew kesên ku xew ji bîr kiribûn ji bo ewlehiya te. Were evîndaro bêje tu li ku ma û yara te li ku ma. ka wer rebenê min, were bilorîne çawa welatê te ji te dizîn û Dehakên hemdemî bi tinazî bîranîn û xwêdana keda te şewitandin.

Nizanim hîn çi bêjim, dilê min sar bû.

Tenê êşdar im ji birîna gel û Kurdaxê, ji van dinênediyên bê derd, çawa xwe kirine serdest li vira. Tê bi çi dilêriyê li darên zeytûnê binêrî û aşop nekî çawa xort û xeçên xweliser li vira direvîn ji guran, ji balafir û mirinê. Tê çawa têk neçî piştî ku te termên wan giyanên pak li erdê dîtin, bê xwedî، li ber çavn piştî ku kûviyên çolê laşên wan li binê zeytûnê belav kirin, ta gor jî ji wan re nebû qeder.
Û pir tişt bûn، pir kes bi nexweşiyan ketin, derd rakirin ji êş û bendewariyê. Xwezî ez kûr û lal bama, beriya ku Mehmedçîka li vira bibînim û bêdengiya cîhanê bibînim.....

Xwezî min qet ew kesên ku min bi "xayîn" bi nav dikin, bê dil bi min re diaxivin weku ez jîndareke astronomî me, tenê ji ber ku ez li Efrînê mam, xwezî min qet ew nas nekiribana. Û wisa kesên dilovan û xêrxwaz ên li nik min man di hemû demên teng te, bi dil û can. Niha di vê kêliyê de, xweziya min bi dîtina kesên li aliyê din mane heye, bi Efrînê, berî dizîna wê.

Bêriya ew ala ji bayê parçe bibû û bi serfirazî li ser saziyên me xwe li ba dikir dikim, bêriya kolan, ba, û hemû Efrîniyan dikim, bêriya Efrîna pak û azad dikim...

Nivîskar; Fîdan Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket