Sûriyê: Rêjîm êrîşa xwe li dijî Idlibê zêdetir dikedike

kurdistani 12:37 PM - 2018-08-11
Sûriyê: Rêjîm êrîşa xwe li dijî Idlibê zêdetir dikedike

Sûriyê: Rêjîm êrîşa xwe li dijî Idlibê zêdetir dikedike

Hêzên rêjîmê careke din sêkoşeya Cisir Şixor – Deşta Xab û gundewarê Laziqiyê topbaran kirin. li bajarê Idlibê piştî êrîşên rêjîmê û tevgerên dîplomasî yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bêdengiyeke baldar tê jiyîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê îro serê sibê careke din bi moşekan sêkoşeya Cisir Şixor – Deşta Xab û gundewarê Laziqiyê topbaran kir,di êrîşan de aliyên Kebanê û Çiyayên Turkmenan ên gundewarê Laziqiyê armanc kirin. her wiha gelek deverên gundewarê bajarê Cisir Şixor û çiyayên berava Sûriyeyê armanc girtin. Di encamê de tenê ziyanên madî derketin.

Balefirên şer û helîkoperên rêjîmê seranserî gundewarê Idlbiê bi bermîlên teqemenî kirin armanc, di encamê de herî kêm 12 kes hatin kuştin.destnîşan hat kirin ku ti agahî li ser teqînên dijwar ên ku li rojavayê paytexta Şam ê pêkhatibû ne hatine bi destxistin.

Hêzên rêjîmê alîkariyeke leşkerî ya zêde ji derdora parêzgeha Idlibê re dişîne û amadekariya êrîşeke mezin dike. Li aliyekî din Rûsya û Tirkiyeyê di nava danûstandinên berdewan de ne. Komên çete yên li Idlibê jî tevliheviyekê jiyan dikin û Tirkiye li ser gumana ku amûrên xwe yên li ser erdê winda bike xemgîn e.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket