Mezara Şêx Mihemed ya gundê Miskê jî rûxandin

kurdistani 04:41 PM - 2018-08-05
Mezara Şêx Mihemed ya gundê Miskê jî rûxandin

Mezara Şêx Mihemed ya gundê Miskê jî rûxandin

Mezara Şêx Mihemed ya gundê Miskê jî rûxandin û serokê komînê jî şermezar dike.

Serokê komîna gundê Miskê ya xweseriya demokratîk li Herêma Efrîna dagîrkirî, Qehreman Mistefa Hesen derbarê rûxandina mezara goristana gundê Miskê ya bi navûbang nivîsek weşand û tê de ew kiryara ne mirovî bi tundî şermezar kir.

Qehreman Mistefas di wê nivîsê de, amaje bi  wê yekê kir  ji sedan salan ve ew mezar i aliyê xelkê gund û navçeyê ve dihate serdankirin û mûm û çira vêdixistin û gelek bi pîrozbahî derdorê digerîn.

Her weha dara tuyê ya herî mezin û bilind ku gelek kevindar bû, ji kokê ve hilkirin û perçe perçeyî kirin. li gel wê jî, mezar têkdan û rûxandin ji ber lêgerîna li zêr û tiştên kevnar û entîka ku ew ji aliyê komên ser bi Ahrarê Şamê ve bû ye ku ji aliyê artêşa tirk ve tên çavdêrîkirin.

Serokê Komînê di dawiya nivîsa xwe de wiha dibêje; Bi van kiryarên qirêj hemû cihên pîroz li herêma Efrînê pîs û binpê dikin û ev jî rastiya wê yekê ye ku êdî Erdoxan hevpeymana DAIŞê ya rasteqîne ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket