Daxuyaniya meketeba Kosret Resûl Elî

kurdistani 06:06 PM - 2018-08-01
Daxuyaniya meketeba Kosret Resûl Elî

Daxuyaniya meketeba Kosret Resûl Elî

Daxuyaniya meketeba Kosret Resûl Elî derbarê Erelan Bayîz û Qubad Talebanî de.

Daxuyaniyek ji mekteba cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî derbarê seroketiya Dr. Erselan Bayîz de ku li cihê wî Qubad Talebanî hate destnîşankirin, li ser wê yekê ev daxuyanî hat dayîn.

Her weha di wê daxuyaniyê de hatiye ku di malper û rûpelên vegihîştina civakî de derbarê destnîşankirin û hilbijartina Dr. Erselan Bayîz de nûçeyan belavdikin, em jî wiha rastiyê zelal dikin ku bi pêşniyara hindek ji endamên politburoya YNKê kak Erselan Bayîz wek serokê lîsteya 105 ya YNKê hatibû destnîşankirin, lê di rastiyê de, ji ber nexweşî û nelibariya rewşa tenduristiya wî nikarî wê erkê bicih bîne û lêborîna xwe xwest û li cihê wî Qubad Talebanî hate destnîşankirin.

Daxuyaniya mekteba Kosret Resûl Elî wiha da zanîn ku heval Dr. Erselan Bayîz kesayetiyekî pir zîrek û jêhat û xebatkarekî dêrîne û gelek erkên mezin li stuyê xwe girtiye û serkeftî bû ye, û eger ne ji rewşa wî ya tenduristiyê buye, wî dikarî erkên xwe ên serokatiya lîsteyê bi serkeftî derbas bikireya ji ber ku berê jî wiha serkeftî bû tye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket