Peyvdarê Erdogan: Tirkiyê û Amerîka Dikarin Pêwendiyên xwe Biparêzin

kurdistani 07:10 PM - 2018-07-28
Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin

Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê got Tirkiyê û Amerîka dikarin pêwendiyên xwe biparêzin, piştî gefa dayîna cezayan ser Tirkiyê ji aliyê serokê Amerîka Donald Trump ve û kûrbûna girjiyan di navbera herdû hevkarên NATO de.

Jimarek mijar cihê nakokiyê ne di navbera herdû welatan de, di nav de jî siyaseta Waşintonê li dor Sûriyê, daxwaza Enqera ya radestkirina kesayetiya olî Fetullah Gulen û her wiha girtina Tirkiyê bo qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson.

Peyvdarê Erdoan Îbrahîm Kalin di gotarekê de ku Rojnameya Sabah a alîgira hikûmetê îro Şemiyê belav kir de got: “Pêwendî dikarin bên parastin û pêşkevin dema rêveberiya Amerîka xemên ewlekariya Tirkiyê bi awakî rijdî bide berçavan.”


Hêjayî gotinê ye Trump vê heftê Tirkiyê bi sepandina cezayan huşdar kir, eger Enqera Andrew Brunson bernede. Kalin got gef li dijî Tirkiyê kar nakin û dê tenê ziyanê bigihînin pêwendiyên Enqera û Waşintonê.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket