Çilrojiya Bayîz Talebanî birêve çû

kurdistani 05:33 PM - 2018-07-28
Çilrojiya Bayîz Talebanî birêve çû

Çilrojiya Bayîz Talebanî birêve çû

Çilrojiya wezîrê darayî û berpirsê xezîneya darayiya giştî yê YNKê nemir Bayîz Talebanî birêve çû.

Îro roja şemiyê 28-7-2018`an, çilrojiya nemir Bayîz Talebanî birêve çû. Ew merasîma li bajarê Silêmaniyê demjimêr 4 ê ber hêvarê di hola Tawarê de, ji bo bîranîna çilrojiya wezîrê berê yê dariya hikûmneta Herêma Kurdistanê nemir Bayîz Talebanî, bi beşdariya hejmarek ji endamên serkirdeytiya YNKê û politburoya YNKê hate li darxistin.

Berpirsê desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar di wê barê de, derbarê kesayetiya pak û mezin ya nemir Şêx Bayîz Talebanî de ragihand ku ew kesayetiyekî pir pak û dirûst û merd bû.

Mela Bextiyar rojên berê ên li çiyaên Kurdistanê ku di zor zehmetiylê de, rola nemir Şêx Bayîz Talebanî çawa bi awayekî girîng erkên xwe bi cîaniye û heya dema ku wezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, bi heman awayî erkên xwe bi serkeftî û bi dilsozî bi cîanî bû.

Berpirsê desteya kargêrî wiha jî derbarê nemir Bayîz Talebanî de got; Serkeftina nemir di kar û xebatên xwe de, di dema ku saziya çavdêriya aboriya YNKê saz kir û heya ku bû bi wezîrê darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ew her serkeftî bû, di kar û xebatên xwe de pir cedî û zelal bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket