Sêyemîn Kongreya MSD'ê destpê kir

kurdistani 11:20 AM - 2018-07-16
Sêyemîn Kongreya MSD'ê destpê kir

Sêyemîn Kongreya MSD'ê destpê kir

Sêyemîn Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna nûnerên gelek parêzerên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan, her wiha şandeya ji Ewropa dest pêk kir.

Sêyemîn Kongreya MSD'ê di vê navberê de li Akademiya Jin a li taxa Ewel a Tebqayê bi beşdarbûna Hevserokê MSD'ê Ilham Ehmed û Riyad Derar, 270 delege, şandeyek ji Ewropa û şandeyek ji Misrê bi diruşmeya "Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî" destpê kir.

Kongra bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec axaftina vekirinê kir û ev tişt anî ziman: "JI hemû herêmên rizgarkirî yên Sûriyê, em bi xêrhatina we li Tabqaya rizgarkirî dikin. Bajarê Tebqa bi destê hêzên QSD'ê hate rizgarkirin û niha bûye wargeha hemû pêkhateyên Sûriyê. Em dikarin bêjin ku serkeftinên hatine bidestxistin bi saya Meclîsa Sûriya Demokratîk pêk hatine. Kongreya MSD'ê îro li bajarê Trebqayê ku li ser Firatê tê lidarxistin, di vê hewaya demokratîk de em îro soza xwe dubare dikin ku em ê xebatên avakirina Sûriya demokratîk pêş bixin. Di serî de rizgarkirina herêmên hatine dagirkirin û bi taybet Efrînê."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket