Careke din daristanên Efrînê şewtandin


11/7/2018 15:59:00
Çapkirin
      Careke din daristanên Efrînê şewtandin

Careke din daristanên Efrînê şewtandin û hemû deverên bi dar têne armanc girtin.

Li gorî Navenda Ragihandina Efrînê ku jêderên wê li nava Efrînê dimînin, aşkire kir ku careke din komên çekdar ên Îslamîk ser bi opozisyona Sûrî ên ku bi piştgiriya dewleta Tirkiyê tevdigerin, agir berdane daristanên Efrînê û roja ji rojê ew metirsiya berferehtir dibe û bandora agir li derdora Raco Meydankê, Şingêlê,Zarê,çiyayê Meydan Ekbesê. Atmana û Gobelekan û Şeran  û Berbenê û gelek daristanên Zeytûnan jî li xwe digre.

Hêjayê gotinê ye ku di van demên dawiyê de, piştî belavbûna nûçeyên paşvekişandina Tirkiyê ji axa Efrînê, gelek cihên girîng li deverên Reco-Cindirês-Mabata û Şeran bûne armancên komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî, bi taybet dizîna otombîl û tirektor û mator û malên xelkê, her weha girtin û eşkencedana xelkên sivîl û dagîrkirina zevîyên wan bi bihaneya ku endamên PYDê ne.

PUKmedia


 

Li Kongireya Kuryayê de piştgiriya Efrînê


Li Kuryayê Kongreya Aştî ya Cîhanî bo Olan bi rêve çû, nûnerên Zerdeştiyên Kuridstanê piştîvaniya Efrînê kir.
»   5 kurd bûn parlementerên Siwêdê
»   Fîlmên Komîna Fîlm a Rojava li Îtalya Tên Nîşandan

 

El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be


Ebû Umer El-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê bi çarenûsa Idlibê ve girêdayî ye û got h...


»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
»  Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be
 

QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn


Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund &u...


»  Amarên qurbaniyê Êzdiyan ji ber êrîşên DAÎŞê aşkire bû
»  Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê

Karîkator