Di opersyona leşkerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

kurdistani 12:46 PM - 2018-07-05
Di opersyona leşkerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Di opersyona leşkerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Hêzên Iraqê li rojhilaqtê parêzgeha Diyala û Parêzgeha Kerkûkê opersyon dan destpêkirin. Di encamê de herî kêm 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Opersyona Leşkerî ku Artêşa Iraqê bi hevkariya Hêzên Pêşmergeyan ji duh êvarê ve dane destpêkirin didome. Opersyon li rêya di navbera Diyala-Kerkûk û Sînorê Îranê de pêk hat.

Hêzên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di encama opersyonê de 5 erebeyên bombebarkirî yên çeteyan hatin teqandin. Di heman demê de 5 çeteyên DAIŞ'ê yên di bargehek leşkerî ku li gundekî de bû hate kuştin.

Hêzên Iraqê di encama opersyonê riya diçe zeviyên petrolê yên Cembûra bakur û ya başûr girtin da ku rê neyê dayîn ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî cihên din bibin.
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket