Li Girkêlegê semînareke derbarê rewşa siyasî de

kurdistani 06:35 PM - 2018-07-02
Li Girkêlegê semînareke derbarê rewşa siyasî de

Li Girkêlegê semînareke derbarê rewşa siyasî de

Di Nivîsgiha Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê-Şaxê Girkêlegê de semînareke siyasî..

Duhî roja yekşemê 1-7-2018z. 11-4-2630 kurdî, M. Biradostê Mîtanî, ji rêvebiriya Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê – şaxê Girkêlegê, semînerek da di bin navê êrîşên dijî Rojava << Rewşa Siyasî >> .
M. Mîtanî bi ferehî li ser rewşa partiyên siysî kurdî di Rojava de û herwiha sedemên dagirkeriya Efrînê axivî .
Ji aliyekî dî ve, bal kişand li ser hebûna hêzên biyanî li Sûriyayê û bi taybet têkiliyên Emêrîka< Hevpeymaniya Navnetewî > bi HSD ê û bi Rêveberiya Xweser re .
Riyên çareseriyê jî, yek ji mijarên ku m.Mîtanî anî bû li ser zimên .
Dawiya semînerê zengîn bû bi çend pirs û bersivên htin dayîn .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket