Dukmentereke çend serkirdeyên YNKê ên nemir

kurdistani 07:02 PM - 2018-06-23
 Dukmenterek ji çend serkirdeyên YNKê ên nemir e

Dukmenterek ji çend serkirdeyên YNKê ên nemir e

Dukmenterek ji çend serkirdeyên YNKê ên nemir di salona Kurdistanî new de tê nîşandan.

Ji bo rewanpakiya herdu serkirdeyên nemir Adil Murad û Ebdulrezaq Feylî, salona Kurdistanî New sibê roja yekşemê 24-6-2018`an di demjimêr 10-30 pêş nîvro bi belgefilmeke bi navnîşana Dîrok ji vir dest pê dike merasîmek birêve diçe.

Di wê filîmê de, belgenameyên dema azadkirina Êraqê ji rêjîma Sedam Hisên û li gel wê jî, derbarê damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku ji aliyê mekteba Bîr û Hoşyarî ve ya sala 1975-1976`an hatiye amadekirin.

Di derbarê damezransdina YNKê de, 4 endamên desteyên damezrandina YNKê  di axivin û li ser çawaniya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û destpêkirina şoreşa nû li Kurdistanê û rola serke ya YNKê di parastina destkeftên gelê kurd de, bi awayekî girîng şirove dikin.

Ew filma ji aliyê Ferîd Eseserd ve tê serpereştîkirin ku di wê demê de, berpirsê mekteba Bîr û Hoşyarî yê YNKê bû ye, sîneryoya wê Stran Ebdulah e, xwendina wê yê Basit Heme Xerîb e, mûzîk jî yê Enwer Qeredaxî  û Elbêrt Îsa ye, kemîraya hevdîtinan yê Karox Taha ye û muntaj Azad Ezîzî e û derhêner jî hunermend Goran Elî Kerîm e.

Wê ew filîma dukmenterî sibê roja yekşemê 24-6-2018`an di demjimêr 10-30 pêş nîvro bi belgefilmeke bi navnîşana Dîrok ji vir dest pê dike, di salona Kurdistanî New de were nimeyîşkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket