Hunermend Selah Osê çû ser dilovaniya xwe


9/6/2018 17:40:00
Çapkirin
     Hunermend Selah Osê çû ser dilovaniya xwe

Cîgirê Hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Hunermend Salh Osê (63) vê sibe di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Selah Osê di sala 1955'an de hate dunyê. Ji şêniyên gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Di malbatek oldar û welatparêz de hate dinê.Jiyana xwe ji bo pêşxistina folklore û çanda kurdî da.

Hunermend Selah Osê di nava civakê de ku sembola parastina çandê dihate naskirin. Di dikana xwe ya firotina alavên muzîkê de ya bajarê Qamişlo  35 salan xebitî. Di hemû şahiyên Newozrê û şahiyên netewî de beşdar dibû.

Pir ji bajarê Qamişlo hez dikir.  Ji gotinên wî yên bi nav û deng di got ku ew masiye û bajarê Qamişlo ave ew tê de jiyan dike.

Wekî Cîgirê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran hate hilbijartin. Bi nexweşiyek giran ket û li Başûrê Kurdistanê dihate dermankirin. Paşê vegeriya bajarê xwe Qamişlo.

Îro di saetên sibê de hunermend Selah Osê jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku îro saet di 17.00'an de li gundê xwe Til Şeîr a Tirbespiyê bi mersîmekê were definkirin.

PUKmedia-ANHA


 

Almanya; Komcivîneke şermezariya dagîrkirina Efrînê


Li Almaniyayê Komcivîneke şermezariya dagîrkirina Efrînê ji aliyê destpêşxeriya Kurdî ve li pêş navenda UNê ya li bajarê Bonê...


»  Bi wêne beşdarbûna kurd di kongireya aştî ya cîhanî olan de
»  Di Kongireya Koryayê de piştgiriya Efrînê
 

El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be


Ebû Umer El-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê bi çarenûsa Idlibê ve girêdayî ye û got h...


»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
»  Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be
 

QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn


Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund &u...


»  Amarên qurbaniyê Êzdiyan ji ber êrîşên DAÎŞê aşkire bû
»  Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê

Karîkator