Erdogan Berbijarê CHP'ê Jiber Serdana Demîrtaş Rexne Dike

kurdistani 02:53 PM - 2018-06-08
Muharrem Înce û Recep Tayyîp Erdogan

Muharrem Înce û Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeke televîzyonê de berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce, jiber serdana berbijarê berbijarê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş rexne kir.
‘’Em li qadan qala hejmara terorîstên me pûç kirine dikin, ew jî diçe serdana Demîrtaş yê ku bi fermana serokê terorîstan hatiye û bi gotina ‘dakevin qadan’ birayên me yên Kurd dadixe qadan.’’ Erdogan got.
Erdogan dîyar kir ku ew van tevgaran wek projeyekê dibîne û ew bi ti awayî vê hevkarîyê fehm nake.
Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye. Înce dabû zanîn ku bo hilbijartineke adil divê Demîrtaş were berdan û meha borî jî serdana wî kiribû.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket