Pirsnameya Sekreterê Encûmena Navend ya YNKê

kurdistani 11:25 AM - 2018-05-20
Her du nemir Adil Murad û Mam Celal

Her du nemir Adil Murad û Mam Celal

Pirsnameya koça dawî ya Sekreterê Encûmena Navend ya YNKê Adil Murad.

Sibeha roja înê 18-5-2018`an, li bajarê Koln ê ya Almaniyayê ji ber nexweşiyê Sekreterê Encûmana Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê Adêl Mûrad koça dawî kir.

Her weha Encûmana Navendî ya Yekîtî sersaxî ji malbet û heval û dost û hemû alîgirên wî re xwestin .
Adêl di 11/12/1949`an de li bajarê Xaneqîn ê ji dayîk bû û di salên 60`yan de tevlî Yekîtî bû û piştre bû bi sekreterê Yekîtî û li gel Mam Celal ê nemir têkoşer bû û yek ji damezranerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.

Politburoya YNKê; Koça dawî ya Adil Murad ziyaneke mezin ji gelê kurd re ye

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê koça dawî ya serkirde Adil Murad de , behî û serxweşî da ragihandin.
Di peyama xwe ya derbarê koça dawî ya  sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê Adil Murad de, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xemgînî û mixabin û xembariya xwe ya bê sînor nîşan da.
Her weha di dirêjahiya peyama xwe de, politburoya YNKê dazanîn ku sekreterê Encûmwena Navend ya YNKê heval Adil Murad, di demjimêr 10:15 xulekan sibaha roja înê li nexweşxaneyeke Almanyayê de, ji ber nexweşiya dil koça dawî kir
Di dawiya peyamê de, silav ji rewanpakiya kak Adil serkirde û tekoşerê dêrîn û tevahiya xebatkarên ku tevlî karwana pakrewanên kurd û Kurdistanê bûne.

Serokkomar serxweşî li malbeta Adêl kirin

Serokkomara Îraq Fûed Masum bi boneya koça dawîkirina Sekreterê Meclîsa Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji malbet û dost û kadirên Encûmanê û alîgirên Adêl Mûrad re şand.

Serokkomar di peyamê xwe de ragihand ku bi mirina Adêl hemû gelê Îraqê keseke xêr xwez û têkoşer û siyasiyeke makin winda kir, ji ber ku Adêl herdem li ser parastina mafên Mirovahî xebat dikir û dixwest ku ramanên însanî û neteweyî ber hev bîne ,des nîşan jî kir ku ji çokbûna xwe de parastina Gel û Neweyê xwe dikir.

Her weha jî serokkomar da zanîn ku Adêl Mûrad dîroka xwe ya serkeftî û zimanê xwe yê xweş li pê xwe hêşt û çû.û ji xwedê ya mazin xwest ku dilovaniya xwe lêke û cihê wî biheşt be

Serokkomarê Îraqê Fûed Masum

Qûbad Telbanî: Xweda xefîz bira Adêl Mûrad

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Telbanî roja înê 18-5-2018`an, peyameke sersaxiyê ji malbet û heval û Encûman û alîgirên Adêl Mûrad re şand ,têde got: bi xemgînî û dileke ne nexweş me xebera mirina Pêşmerga û siyasî û bira Adêl Mûrad bîst ji ber vê yel ez sersaxiyê ji hemûn malbet û alîgir û hevalên wî re dixwezim.

Her weha jî Adêl hemû jiyanan xwe ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê fet kir û herdem di têkoşîna ji bo bi destxistina mafên qanûnî a Gelê Kurd xebat dikir, Qûbad amaje bi wê kir ku mirina Adêl nehîşt ku ew tevlî serkeftina me ya di Hilbijartinên Melîsê Nûneran bibe û da zanîn ku mirina Adêl windahiyeke mazin ji Yekîtî re ye.

Di dawiya peyama xwe de Qûbad ji xwedeya mazin xwest ku dilovaniya wî lê be û cihê wî biheşt be û sebrekê bide malbat û hevalê û dostên wî .

Şêx Cengî sersaxî ji malbeta Adêl Mûrad re xwest

Ji bo koça dawîkirina Adil Murad sekreterê Encûmana Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Luhor Şêx Cengî xemginiya xwe xuya kir.

Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên li Herêma Kurdistanê Lahur Cengî, roja înê bi riya peyema serxweşiyê, serxweşiya xwe li tevahiya malbatê kir û got; Ez serxqweşiyê ji malbata nemir heval Adil Murad re dixwezim û her weha jî ez serxweşiyê ji kadirên Encûmanê û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê re dixwezim. Da zanîn ku li ser rola wî di damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de jî kir ku ew xwedî roleke pir mazin bû û hemû jiyana xwe di têkoşîna Siyasî û Pêşmergeyetî de bi pakî û serfirazî derbas kir û got Heval Adil kesekî pir dilsoz bû û ji biratiyê hez dikir.
Di dawiyê de Lohur Şêx Cengî ji xwedeya mazin hêvî kir ku cihê Murad biheşt be û dilovaniya xwedê lê be.

Meclîsa sersaxiya Adêl Mûrad li avahiya Meclîsê ye

 Li navenda bajarê Silêmanî Meclîsa Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja şemiyê 19-5-2018`an li avahiya Meclîşê kona sersaxiyê ya Adêl Mûrad hate amadekirin .

Hijmarek ji berpirsên Hikûmî û Hizbî û hinek aliyên siyasî ji 4`perçeyên Kurdistanê li taeziyê hazir bûn û sersaxî ji malbeta Adêl û heval û dostên wî re xwestin,her wehajî jêderekê ji Meclîsê ji PUKmedia`yê re ragihand ku cenazeya Adêl dê ya roa Çarşemê yan jî Pêncşemê bighîne bajarê Silêmanî .

Dest nîşan jî kir ku milet û kesûkarên rihmetî Adêl li bin kon ê ku hatiye vekirin sersaxiya malbet wî dikin. Hêjay gotinêye ku Adêl Mûrad yek ji damezrînarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û sekreterê Meclîsa Navendî bû  ku doh li bajara Goln ê ya Almaniyayê ji ber nexweşiyê jiya ji dest da.

Rêxistina Hawarê serxweşî li malbata Murad û YNKê kir

Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê di peyameke xwe ya serxweşiyê de, serê malbata nemir Adil Murad sax kir û ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdisdtanê û bi taybetî Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê xweş kir.

Ev jî deqa peyama Hawarê ye:

Ji bo malbata nemir Adil Murad a xembar

Ji bo tevahiya endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştuimanî ya Kurdistanê

Ji bo Tevhaiya gelê kurd û Kurdistanê li hundir û dervayî welat

Yek ji me çû bila hemû gelê kurd û Kurdistanê xweş bin.

Mixabin stêrkek din ji ezmama Kurdistanê rijiya, Mixabin, kaseyetiyeke din ê mezin û naskirî û tekoşerê dêrîn û kurdperwer û xemxwerê doza kurdî û Kurdistanî ji nav me barkir.

Siyasetvan û rewşenbîrê mezin ê Kurdistanî, sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê kak Adil Murad bi yekcarî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwedayê xwe.

Ji ber wê yekê, bi vê boneya xemgîn, em wek Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê, bi navê endam û karmend û berpirsên xwe, xembariya xwe bi malbata nemir û bi tevahiya endam û serkirdeyên YNKê re parve dikin û em bi hêvîne ku ev êş ya herî dawî be hem ji malbatê û hem jî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re.

Em wek Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrîmnê wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû.

Di aliyê peywendiyên xwe ên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.

Dilovaniya Xwedê lê be û bila malbat sax be û serê tevahiya dost alîgirên û endamên YNKê sax be û bila serê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê xweş be.

Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê

Silêmanî-20-5-2018


EKR jî serxweşî li YNKê û malbata Murad kir

Encûmena Penaberan a Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê jî serxweşî li YNKê û malbata Murad kir.

Di peyameke serxweşiyê de, Serokê Encûmena Penaberan ya Rojavayê Kurdistanê ji bo koça dawî ya sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê nemir Adil Murad, serxweş li malbata nemir û tevahiya endam û serkideyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Serokê Encûmena Pebanberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê Hecî Efrînî di dirêjahiya peyamê de, derbarê kesayetiya tekoşerê mezin Adil Murad de, got; Kak Adil Murad yekek ji kesayetiyên pir girîng di hundirê rêxistina YNKê de bû.

Her weha ew xwediyê xebat û tekoşîneke mezin bû, armanca wî pêkanîna armancên rewa ên doza gelê kurd bû û ew xwediyê peywendiyên neteweyî û pir baş li gel aliyên din ên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdsitanê bû. Her weha ew xwediyê helwesteke mezin û bi hêz ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bû.

Di dawiya peyama xwe de, Hecî Efrînî dazanîn;Koça dawî ya nemir xebatkarê dêrîn û merd Adil Murad ne tenê ziyaneke ji bo YNKê lê ew ziyan ji bo doza gelê kurd e. Careke din em serxweşiyê li malbat û tevahiya biraderên YNKê dikin û dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşt be.

HNDS; Serxweşî li YNK û malbeta Adil Murad kir

Hevpeymaniya Niştimanî Demokrasî Sûrî serxweşî li YNK û malbeta Adil Murad kir

Doh roja Yekşemê 20-5-2018`an, Şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî li Herêma Kurdistanê, bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê mezin ê kurd peyameke serxweşiyê ji malbata nemir Adil Murad û heval û dostên Sekreterê Giştî ya Encûmana Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê re şand.

Di wê peyamê de, hat ragihandin ku bi koça dawî ya tekoşerî dêrîn û vbi lîmet û siuyasetmedarê kurd, Kak Adil Murad Feylî, gelê Êraq û Kurdistanê û hemû gelên bin dest, kesekî siyasî û doz parast wunda kir. Ji ber ku herdem helwestên xwe yên Însanî û neteweyî aşkire bû.
Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî, di dirêjahiya peyama xwe de, diyar kir ku ew jî bi koça dawxemgînin û wê xemgîniyê û da zanîn ku Adil herdem di xizmeta doza Kurd de dixebitî û li ser biratiya gelan kar dikir û li gor derfetên xwe piştgirî dida Rojavayê Kurdistanê.
Her weha jî di dawiya peyamê de, Hevpeymaniyê hêvî kir ku dilovaniya xwedê li heval Adil Murad be û cihê wê biheşt be û dîsa serxweşî ji malbet û heval û kadirên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan ê re xwast.

Roja anîna Adil Murad aşkire bû
21/5/2018 19:08:00

Roja anîna termê serkirdeyê mezin heval Adil Murad ji aliyê Behroz Gelalî ve hat aşkire kirin.

Nûnerê YNKê li Enqereyê Behroz Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê termê sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad roja îna bê bighêje Silêmaniyê.

Di daxuyaniya xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re Gelalî dazanîn ku wê roja pêncşemê, ji Almaniya termê nem,ir heval Adil Murad bighêje bajarê Bexxdadê û piştre jî wê ber bi bajarê Silêmaniyê birêkeve, wê roja înê li Silêmaniyê be

Çawaniya anîna termê Adil Murad
23/5/2018

Îro îarşemê 24-5-2018`an, termê heval Adil Murad ji Almaniyayê ber bi Bexdadê birêdikin.

Derbarê çawaniya anîna termê sekreterê Encûmena Navend ya YNKê heval Adil Murad nûnerê YNKê yê Enqerayê Behroz Gelalî daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re da.

Endamê politburoya YNKê û nûnerê YNKê yê Enqareyê Beroz Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê roja çarşemê 24-5-2018`an, demjimêr 3:30 piştî nîvro termê heval Adil Murad ji welatê Almaniyayê ber bi bajarê Bexdadê birêkin û em çaverê dikin ku wê sibê şev demjimêr 10:30 bighêje firokexaneya navneteweyî ya Bexdadê û ji wir jî wê ber bi Silêmaniyê birêkin ku wê demjimêr 9 sibê li firokexaneya navneteweyî were pêşwazîkirin.

Li gor lîjneya bilind ya merasîma anîna termê Adil Murad û bi axspartina wî bi vê rengê li xwerê ye.
Roja pêncşemê 24-5-2018`an, demjimêr 9 ê sibê li firokexqaneya navneteweyî ya Silêmaniyê merasîma anînê dest pê dike.

Di heman rojê de, li girê Selîm Begê bi merasîmeke mezin û girîng bi axa welat tê spartin.
Roja înê 25-5-2018`an, behî û pirsa serxweşiyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî ji bo mêran û jinan jî birêve diçe û êvarê jî di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê berdewam dibe.

Termê pîrozê Adil Murad ber bi Silêmaniyê ve ye

Serkirdeyê xakî kak Adil Murad piştîvanê herî mezin yê rewşenbîr û rojnamevanan bû. Dostê tevahiya kes û aliyên şoreşger û pêşkevtîxwazên Rojhilata Navîn bû, xemxwerê doza resen ya gelê kurd û Kurdistanê bû.
Niha termê nemir ji Bexdasdê ber bi firokexaneya navneteweyî Silêmaniyê ve ye...

Termê Adil Murad gîşte Silêmanî
24/5/2018 08:57:00


Termê serkirdeyê nemir Adil Murad niha gîşte firokexaneya navneteweyî Silêmanî.

Termê serkirsdeyê mezinê kurd heval Adil Murad endamê damezrênerê YNKê û yeke ji mezintirîn hevkarên parçeyên din ên Kurdistanê kilîkeke beriya niha gişîte firokexaneya navneteweyî Silêmanî.

Bi amadebûna piraniya endamên serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hejmarek ji nûnerên part û rêxistinên Kurdistanê, wê hindekî din, merasîma taybet dest pê bike.

Spasnameya malbata nemir heval Adil Murad ji bo tevahiya kes û aliyên ku hevkar û beşdarî merasîmê bûne.

Bi navê xwe ez bi bi navê malbat û xizmên endamê damezrênerê YNKê û sekreterê Encûmena Navendî nemir Adil Murad, em spasiya serkirdeyetiya siyasî di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevahiya endam û hevalên wî di encûmena navend û mekteb û saziyên YNKê, hemû ew kesên ku beşdar û hevkar bûn bi hemû erk û dirûstiyê di merasîma pêşwaziyê de û bi ax spartina û oxirkirina dawî ji rêberê nemir re.

Her weha em spasiya hemû ew part û aliyên siyasî ên Kurdistanî û Êraqî û Erebî û nûnerên welatên Erebî û biyanî dikin çi ên ku  di merasîmê de beşdar bûn û xwedî erk bûne û çi ên kubi riya peyaman bûne ku xemgîniya xwe û nerihetiyên xwe ji bo koîça dawêî ya nemir nîşandane.

Di dawiyê de, em sipasî û rêzên xwe pêşkeşî hemû alî û saziyên hikûmî û hizbî dikin ku beşdarî merasîmê bûn û termê pîroz yê nemir Adil Murad anîn û Xwedê bi we re be û we biparêze û dîsan zor spas ji bo erk û xebatên we ên dirûst.
Bi navê malbata Adil Murad, hevjîna nemir û xanima wî Aşna Murad

PUKmedia

Merasîma Adil Murad bi wêne
24/5/2018 09:21:00

Bi wêneyan hûn dikarin temaşeyî merasîma pêşwazîkirina li termê serkirdeyê mezin heval Adil Murad bikin.

Merasîma pêşwazîkirina li termê pîrozê heval Adil Murad dest pê kir û di destê pêkê de, piştî danîna termê pîroz bi alaya kurdî, merşa kurdî ey reqîb dest pê kir û xuleke bêdeng li ser rewanpakiya pakrewanên kurd û Kurdistanê birêve çû.

 Merasîma Heval Adil Murad bi dawî hat
24/5/2018 13:10:00

Merasîma Heval Adil Murad bi dawî hat û spasiya hemû kesên erkdar kirin.

Îro roja pêncşemê, 24-5-2018`an li bajarê Silêmaniyê piştî merasîma pêşwazîkirina li terma pîroz ê heval Adil Murad sekreterê encûmena navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li firokexaneya navneteweyî Silêmanî, ber bi mala nemir birêkeftin û piştî danîna termê nemir li hewşa mala wî û xwendina fatîheye, ber bi goristana girê Selîm Beg birin û li wir bi axê spartin.

Di wê barê de, berpirsê mekteba ragihandina YNKê kak Qadir Ezîz  ragihand; Em bi navê mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi navê politburoya YNKêû bi navê encûmena navend û bi navê tevahiya malbata heval Adil Murad spasiya hemû alî û kesan dikin ku pêşwazî li termê nemir kirin û heya ku bi axê hat spartin erkên xwe bi cih kirin.

Her weha îro Roja înê 25-5-2018`an, behî û pirsa serxweşiyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî ji bo mêran û jinan jî birêve diçe û êvarê jî di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê berdewam dibe.


Spasnameya malbata Asdil Murad


Spasnameya malbata nemir heval Adil Murad ji bo tevahiya kes û aliyên ku hevkar û beşdarî merasîmê bûne.

Bi navê xwe ez bi bi navê malbat û xizmên endamê damezrênerê YNKê û sekreterê Encûmena Navendî nemir Adil Murad, em spasiya serkirdeyetiya siyasî di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevahiya endam û hevalên wî di encûmena navend û mekteb û saziyên YNKê, hemû ew kesên ku beşdar û hevkar bûn bi hemû erk û dirûstiyê di merasîma pêşwaziyê de û bi ax spartina û oxirkirina dawî ji rêberê nemir re.

Her weha em spasiya hemû ew part û aliyên siyasî ên Kurdistanî û Êraqî û Erebî û nûnerên welatên Erebî û biyanî dikin çi ên ku  di merasîmê de beşdar bûn û xwedî erk bûne û çi ên kubi riya peyaman bûne ku xemgîniya xwe û nerihetiyên xwe ji bo koîça dawêî ya nemir nîşandane.

Di dawiyê de, em sipasî û rêzên xwe pêşkeşî hemû alî û saziyên hikûmî û hizbî dikin ku beşdarî merasîmê bûn û termê pîroz yê nemir Adil Murad anîn û Xwedê bi we re be û we biparêze û dîsan zor spas ji bo erk û xebatên we ên dirûst.
Bi navê malbata Adil Murad, hevjîna nemir û xanima wî Aşna Murad

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket