Efrîn; Dilşan Qereçol û Zozan Silêman hatin azadkirin

kurdistani 01:27 PM - 2018-04-28
Efrîn; Dilşan û Zozan hatin azadkirin

Efrîn; Dilşan û Zozan hatin azadkirin

Wêneger Dilşan û mamoste Zozan ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, duh hat azadkirin.

Wek tê zanîn ku di roja yekşemê 1-4-2018`an, li bajarê Efrînê rojnmamevan û wêneger Dilşan Qereçol ji aliyê çekdarên ser bi opozisyona Sûrî ên girêdayî Tirkiyê ve hatibû revandin û ber bi ciheke ne diyar ve biribûn.

Hatibû ragihandin ku dema wênegera kurd Dilşan Qereçûl li Efrînê karê wênegeriyê dikir, ji aliyê komên çekdar ên terorîst ve hate girtin û rewaneya bajarê Ezazê kiribûn.

Lê li gorî jêderên PUKmedia`yê li Efrînê ku duhî roja înê 27-4-2018`an, agahdar bûne ku li bajarê Efrînê, wênegera Kurd Dilşan Qerçol serbest hate berdan.

Her weha di roja 20-4-2018`an de jî, maosteya perwerdeya werzişî ya Efrînî Zozan Beşîr Silêman ku li ser bazgeha Turindê ji aliyê leşkerên tirk û komên opozisyona Sûrî ve hatibû revandin, ew jî duh hate azadkirin.


Malbata Zozana ku hatiye revandin bang li hemû rêxistinên mafên mirov û peywendîdar li navçe pû cîhanê dike ku bi zûhtirîn dem destêwerdana vê buyerê bikin û çarenivîsa keçka wan diyar bikin û rizgar û azad bikin. lê ji bexta wan ya xweş, duhî keçka wan Zozan Silêman hat azadkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Zozan Beşîr Silêman jidayîkbûna sala 1988`an li gundê Kefirsefrayê ya ser bi Cindirêsê li Efrînê ye û derçûya peymangeha Perwerdeya Werzişî ye û ew ti peywendiyên xwe bi Rêvebiriya Xweser re tune bû ye.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket