Efrîn; 2 Malbatên Efrînî bi komî jiyan ji desdt dan
kurdistani 12:45 PM - 2018-04-13Malêbateke din ê Efrîniyan bi komî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî buyera malbata Hesen Seydo, alêbateke din ê Efrîniyan bi komî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê ku di heyama hefteya borî de, 2 malbatên Efrînî bi komî jiyana xwe ji dest dane.
Di buyera duhî li nêzîkê bajarê Helebê, di encama teqîna bomnbeyeke çandî de, dayîka zarokan ya bi navê Newroz Menan Mihemde 32 salî li gel zarokên xwe Welat Bekir yê 6 salî û Nûjîn ya 4 salî û meta zaroka ya bi navê Zekiye Bekir (56), tev jiyana xwe ji dest dan û tevlî rêzên nemirên Efrînê bûn.
Her weha tenê zarokê 8 salî yê bi navê Aslan Bekir li şûn malbata xwe ma, tê zanîn ku bavê wan jî, Mihemed Bekir ku di berxwedana Efrînê de, jiyana xwe ji dest dabû.
7 kesên din jî ji Efrînî jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Ser riya Heleb û Efrênê malbatek ji 7 kesan bi bombeyan jiyana xwe ji dest dan.
Di roja çarşemê 11-4-2018`an de, li nêzîkî bajarê Helebê, dema ku malbata Hesenê Seydo ji gundê Basîfanê ku derbasî bajarê Helebê dibin, rastî bombeyên çandî hatin û di encamê de, 5 kesan ji malbata Hesen Seydo û 2 jî ji malbata Ebdo jiyana xwe ji dest dane.
Bi vê rengî navên wan qurbaniyan gihîştine me.
Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30),Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 aylık) û Yasir Hesen Ebdo (36) .
Hêjayî gotinê ye ku ne rêjîma Sûrî û ne jî komên çekdar ên opozisyona Sûrî nahêlin ku xelkên Efrînê vegerin gundê xwe û nahêlin ku biçin deverên din
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26