Kurdistanî New; Semînara Efrînê birêv e çû
kurdistani 06:42 PM - 2018-04-07sALONA kURDISTANî nEW
Di heyama hefteyekê de, Salona Kurdistanî New, ya ser bi rojnameya Kurdistanî New, 3 semînarên girîng ên cuda cuda saz kir ku yek ji wê derbarê Efrînê bû.
Her weha îro roja şemiyê 7-4-2018`an, salona Kurdistanî New ya ser bi rojnameya Kurdistanî New, semînareke taybet derbarê rewşa Efrînê û guhertina demografîk û bêdengiya navneteweyî ku tirk û komên çekadar li gundwarên Efrînê dibin, bi beşdarbûna şandeya başûr ku serdana Efrînê kiribû, her weha kesayetiyên şereza li barê Efrînê û rojnamevan û xelkên Efrînê ji bo rojnamevan Hozan Efrînî lidar xist.
Di wê semînarê de, vîdo derbarê dîroka Efrînê ya berê û ya nû û vidoyek jî derbarê rewşa koçberên Efrînî li navçeya Şahbayê û zor û zehmetiya ku dikşînin hate pêşkêş kirin û piştre jî, sernûserê Kurdistanî New rêzdar Stran Ebdula gotina pêşekî pêşkêş kir û derbarê armanca salona Kurdistanî New ji sazkirina semînara ser Efrînê şirove kir û bi xêrhatina hemû mêvanan kir.
Her weha rojnamevan Hozan Efrînî jî dest bi semînara xwe ya rewşa Efrînê ya berê û niha kir û derbarê çawaniya rêgirtin li wê projeya nerewaya ku tirk û komên çekdar destpêkirine de axifî û bi taybet li ser guhertina demografiyetê ku bi awayekî pir dijwar bicih dikin, bi anîna komên Feyleq Rehman ji Gotayê û bi cihkirina wan li navçeya Cindirêsê û derdora wê û riya vegerandina xelkên Efrînê ji gundwarên xwe re tako ew pîlan bi sernekeve ligel beşdarvanên semînarê şirove kir.
Piştî wê jî, ji aliyê şandeya Başûr ya serdana Efrînê kiriye ve, derbarê wê serdanê de, her yek ji nûnerê Zeredeştiyan yê Rêxistina Yasnayê Asirwan Qadrok û endamê KNK`ê mamoste mila Nadir Mihemed Elî û endamê desteya zanayên Islamî Kurdistan mamoste Mile Saman Osman Fereh Elî û nûnerê Pêşmergê Dêrîn Mihemed Qamîşî û berpirsê Dêra Marmaron li Silêmanî Şêx Salar Mihemed Sabir Caf û Hawar Necmedîn Hawas nûnerê Kakayiyên Kurdistan û çalakvanê siyasî Ased Şawirî ku kempîna hatwanî Efrîn sazkir û di 5-3-2018`an de, 7 ton derman radestî Rêxistina Hawarê kir û piştre jî bi riya Heyva Sora Kurdî ji bo Efrênê hat şandin, hemûyan gotarên xwe pêşkêş kirin ..
Di heman demê de, her yek ji sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdiastanê liqa Silêmaniyê Karwan Enwer û serokê Encûmena Penaberên Rojava Hecî Efrînî û çalakvan Elî Şahîn û welatiyê birîndarê cenga Efrînê Reşîd Sîdo jî axiftinên xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev kar û çalakiyên mein û nirxdar tev bi pêşengtiya nivîskar û Rojnamevan û sernûserê rojnameya Kurdistanî New kak Stran Abdula ye ku berê jî wek serokê saziya Xendan ya weşan û çapê bû ye.
Ev bêhtir ji salekê ye ku salona Kurdistanî New ji aliyê rojnameya Kursdistanî New ve dest bi sazkirina semînar û komcivîn û yadên cuda cusda ên di xizmeta civaka kurdî de û her weh tev bi morên Kurdistanî ne ku derbarê her çar aliyên Kurdistanê ne.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25