Li Ewropa û Awûstralya dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

kurdistani 04:57 PM - 2018-03-24
Li Ewropa û Awûstralya dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Li Ewropa û Awûstralya dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê bi çalakiyên girseyî li 4 welatan hate protestokirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li bajarê Creîl ê Fransayê, li bajarê Pîsa û Floransa yên Îtalya û li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wan li hev civyan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê şermezar kirin.

Hannover

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser Efrînê hate protesto kirin.

Çalakî bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate lidarxsitin û êrîşên dewleta Tirk hate protesto kirin.

Kurdistanî li pêşiya HBF li hev civiyan, meş û mîtîng lidarxist. Di mîtîngê de pankart û dovizên ‘Min çi bi Elmanyay kiriye’ û ‘Parastina Rojava, parastina şoreşa jinê’ ye hate hildan.

Di mîtîngê de nûnerê KOMAW û ji NAV-YEK’ê jî Yilmaz Kaba axivîn.

Piştî axaftinan gel heya Qada Steintorê meşiya û bê navber dirûşmeyên ‘Tankên Elman ji Kurdistanê derkeve’ , ‘Wê Efrînî bi destê xwe Erdoganê selefî bixeniqînin, dawiya te hatiye’ qîr kirin.

Creil

Li bajarê Creil ê Fransayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Meşa ku platforma xwedîderketina li Efrînê organîze kirî li pêşiya şaredariya Creil destpê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Efrîn li berxwe dide’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî YPG, YPJ, PKK’ hate qîrkirin û piştre li pêşiya Şaredariya Creilê mîtîng hate lidarxistin. Çalakî bi axaftin û dirûşmeyan bi dawî bû.

Pisa

Li bajarê Pisa yê Îtalyayê bi armanca xwedîderketina li berxwedan Efrînê çalakî hate lidarxistin. Gel li pêşiya şaredariyê li hev civiyan û meşiyan. Gel li pêşiya Walitiyê jî mîtîngek li dar xist.

Piştî belavkirina belavkona û daxuyaniyan çalakî bi dawî bû. Komek ciwan jî alên YPG û PKK’ê li rengderên li qadê ve kir. Çalakgeran piştre li pira dîrokî ya li peşiya şaredariyê jî pankarta ‘Berxwedana Efrînê silav dikin’  û ‘Kujer Erdogan’ daliqand.

Floransa

Li bajarê Floransa ê Îtalyayê jî zêdetirî 300 kes li hev civiyan û xwestin  li Fîrmaya Çekan Confindustria ya ku Tirkiye herî zêde bazirganiya çekan dike çalakiya bêîteatiya sivîl lidarbixin. Polîsan gel asteng kir û piştre li ser navê gel heyetek bi rayedarên kargehê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de hate gotin ku ji komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê re dibin hevkar.

Barselona

Li paytexta Katlonya Barselonayê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakî li dar xist. Di çalakiyê de piştgiriya Rûsya ya ji bo dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Melbourne

Li bajarê Melbourne yê Avûtralyayê jî êrîşên bi ser Efrînê bi çalakiyeke hate protesto kirin.

Di çalakiyê de alên YPG, YPJ’ê hate rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ , ‘Em bi te re ne Efrîn’ hate berzkirin.

Li bajarê Melborune Kurdistanî her rojên hefteyê li cihên cûda yên bajarê belavokan belav dikin û ji bo Efrînê banga hestiyarê dikin.

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket