Derbarê binçavkirina Salih Muslim agahiyên dawîn

kurdistani 04:11 PM - 2018-02-26
 Derbarê binçavkirina Salih Muslim agahiyên dawîn

Derbarê binçavkirina Salih Muslim agahiyên dawîn

 Hat hînbûn ku dosyeya têkildarî Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim duh li ser daxwazaTirkiyeyê li Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye hatibû binçavkirin, negihiştiye dozgeriyê.

Hevserokê berê PYD’ê û Berpirsê Komîteya Diplomatîk ê TEV-DEM’ê Salih Muslim li Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye hatibû binçavkirin.

Polîsên Çekyayê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku, Muslim li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye binçavkirin.

Parêzerê Muslim Tomas Pelîkan ragihand ku wî duh Muslim dîtiye û rewşa wî baş e. Parêzer Pelîkan ragihand ku polîsan dosyeya têkildarî Muslim negihandine dozgeriyê û ji ber vê jî dîroka dadgehê nehatiye zelalkirin.

Li gorî zagonan polîs divê herî dereng îşev heta saet 23.00’an dosyeyê pêşkêşî dozgeriyê bikin. Heke ev tişt pêk were ew ê Muslim sibê derkeve dadgehê. Heke polîs heta vê saetê dosyeyê pêşkêş neke ew ê dozger têkildarî binçavkirinê biryara xwe bide.

Parêzer Pelîkan ragihand, ji ber ku di sala 2017’an de li hemberî Muslim li Tirkiyeyê dozek hatiye vekirin, Muslim hatiye binçavkirin.

Li gelek bajarên Ewrûpayê gelek Kurd û dostên wan ji bo ku piştgiriyê bidin Muslim berê xwe didin Pragê û bi faks, e-maîl û telefonan peyamên protestoyê radigihînin Sefaretxane û Konsolosxaneya Çekyayê.

Komîteya ku ji bo şopandina doza Salih Muslim hatibû avakirin, bang li gelê Kurd kir ku bila çalakiyên xwe yên protestoyê bidomînin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket