Şervana Tirkmen: Wê Li Efrînê Berxwedan Bi Ser Bikeve

kurdistani 03:06 PM - 2018-02-12
Şervana Tirkmen: Wê Li Efrînê Berxwedan Bi Ser Bikeve

Şervana Tirkmen: Wê Li Efrînê Berxwedan Bi Ser Bikeve

Şervana YPJ’ê ya bi navê Zozan Havîn ku bi eslê xwe ji Şehbaye behsa armanca tevlîbûna xwe û êrîşên li ser Efrînê kir û got wê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve.
Şervana Tirkmen wihsa axivî: ‘Navê min Zozan Havîn. Ez bi eslê xwe Tirkmen im û li bajarê Şehba hatime dinê. Ez ji Şehba tevlî nav refên YPJ’ê bûm. Berî ez tevlî nav YPJ’ê bibim min YPJ’ê û armanca YPJ nasnedikir. Min derbarê YPJ’ê de qet ti tiştek nedizanî, dema ku şer çêdibû min bawer nedikir jin di nav şer de cihê xwe digre û li hemberî daiş’ê şer dikin. Lê, piştî ez tevlî bûm min heqîqeta jina azad di tekoşîna YPJ’ê didê de dît.
Ez di nav malbetekî ya girtî de mezin bûm. Dayîka min qet ji malê dernediket, ji ber di nav civaka Tirkmenan de jî zext û zorî pir li ser jinê heye, bê mafî heye. Mafê me yê axaftinê nebû, di diyarkirina fikrên xwe de her tim astengî hebû. Rengê jinê di civaka me ya Tirkmen an Şehba de nîne. Ev rewş di serê min de bûne nakok.  Min çareseriya nakokiyên xwe di nav YPJ’ê de dît. Ez piştre pêhesiyam jinek zane û perwerdekirî be, dikare civakekê bi rêve bibe. Min dît jinek dikare xwe bi xwe çawa li ser piyan bigre, çawa dikare vînek azad ava bike.
Çeteyên Erdogan îro êrîşî Efrînê dikin lê wê nikaribin Efrînê bigrin û bikevin Efrînê. Bi êrîş kirina ser Efrînê re dixwezin hêz û vîna jin ya ku di şexsê YPJ’ê de bixînin lê, wê nikaribin bixînin. YPJ’ê çawa ji roja avabûyî û heta roja îro karî bû xwe li ser piyan bigre, cihê xwe di tekoşîna ji bo mirovahiyê tê dayîn bigre, îro jî dikare li hemberî çeteyên Erdogan jî bisekine û parastina gel, welat û tevahî jinan bike. Bila Efrdogan baş bizanibe wê Efrîn ti carî nekeve û ti carî nakeve dest. Ez ji vir dixwezim bang li jinên Tirkmen bikim, bang li tevahî jinan bikim. Ez dixwezim hemû jin cihê xwe di nav tekoşînê de bigrin û li hemberî vê zilmê bisekinin.  YPJ’ê nasnameya tevahî jinan temsîl dike. Ji bo em li hemberî van êrîşan bibin bersîv ez hemû keçan dewetî nav refên YPJ’ê dikim. Wê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve. 
Ez dixwezim bang li hemû keçên Şehba bikim bila werin beşdarî nav refên YPJ’ê bibin. Ez ji bo hemû jinan û bi taybet jinên Tirkmen dibêjim werin tevlî YPJ’ê bibin.’

PUKmedia-YPJ

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket